Dê li wesyeta bavê xwe yê nedîtiye xwedî derkeve

08:38

JINHA

DÎLOK - Gulîstan Sezera ku hîn di temenek biçuk de zewicî û hevjinê wê tevlî nav refên PKK'ê bûye û jiyana xwe jidest daye, got ku keça wê Yagmur a ku piştî bavê xwe hatî dinê wesiyeta bavê xwe bîne cîh û navê ku bavê wê xwestiye li wê bê kirin li zarokên xwe bike.

Gulistan Sezer piştî ku ji Rihayê tevî malbat xwe koçî Pirsusê dike, hîn 14 salî bi Celal Sezer (Dilbîrîn) re di zewice. Gulisatan 7 mehan du canîbûye ku hevjinê wê tevlî refê PKK'ê dibe. Ji bo ku hevjinê wê li sazê dixist hatiyê binçav kirin û ji bo wê jî tevlî nava refên PKK'ê bûye. Gulistan anî ziman ku hevjinê wê li Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe jidest daye û wiha berdewam kir: "Tenê em disal zewicî man. Hevjinê min di sala 1995'an de tevlî gerîla bû. Wê demê ez 7 heyvî ducanî bûm. Min got neçe bila zaroka me çêbibe em ê bi hev re çin, lê çu got; 'Bila navê zaroka me Jiyan be' daxwaza wî ew bû."

'Min got em pevre hevrin'

Gulîsatan got ku hevjinê wê dibinçavan de rastî îşkence hat û wiha hestên xwe anîn ziman: "Piştî ku hevjinê min dibin çavan de îşkence dît tevlî refên PKK'ê bû. Gava çu got; 'Eger keçek me çêbibe bila navê wê jiyan be dibe ku em li Kurdistanê jiyanê bibînin û eger lawik be bila Hozan be.' Lê belê xezurê min nehişt ku ez navê keça xwe bixim Jiyan. Piştî ku hevjinê min çu min dabara mala xwe bi çêkirina dantel û komkirina fistiqan berdewam kir. Gava ez bi tenê di xebîtim keça min ne xwest dibistanê bixwîne û neçu dibistanê. Keça min Yagmur hertim alîkarî dikir. Keça min Yagmur di 20 saliya xwe de zewicî hevjinê wê pir baş bû. Hevjinê min ji bo gelê xwe çu şer ez çiqas pê serbilindbim hidike. Ez bi wî serbilindim."

'Ewê wesiyeta bavê xwe bîne cih'

Yagmur Sezer got ku wê wesiyeta bavê xwe navê ku lê nekirine bide jiyan kirin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Ezê navê ku bavê min xwestî li min bêkirin û li min nekirin, li zarokên xwe kim. Eger ku keçeka min çêbibe ezê navê wê bixim Jiyan û eger ku lawik bê ezê bixim Hozan Dilbîrîn. Bavê min ji ber têkoşîna azadiyê li çiyê şehîd ket. Ez bi bavê xwe ser bilindim û ezê xwedî li wesiyeta bavê xwe derkevim."

(dt/zt)