Zarok bendê leyîstokên ji şîdet û naverokên bê zayend dûrin

08:39

Ceren Karlıdag/JINHA

STENBOL - Navenda Civakî a Tarlabaşiyê ji bo pirtûkxaneya ku ew ê ji şîdet û leyîstokên ji navarokên bê zayend dur avabikin banga alîkariyê kirin.

Navenda Civakî a Tarlabaşiyê ku demek dirêj xebat ji bo zarok û jinan dide meşandin vê carê bi kampanyek nû dest bi xebatê dike. Tê armanc kirin ku di binesaziya TTM'ê de pirtûkxaneya leyîsokan bê avakirin. Girîngiya vê kampanyayê ew e ku ew ê leyîstûkên ji navarokên şîdet, nişedperestî û zayendîperestî dûr avakirine. Di derbarê nevaroka kampanyayê de Derûnas Ebrû Ergûn agahî dan me.

'Me pirtûkxaneya leyîstokan avakir'

Ebru diyar kir ku ew pirtûkxaneya pirtûkan berê de vekirine lê bi nêrîna Weqfa Nirxandina Kedê Jinan ew pirtûkxaneya leyîstûkan vekirine û wiha got, "Ew berê li Mêrdînê cihek vekiribûn. Lê li Tarlabaşiyê cihek nîne zarok lê bileyîzin û leyîstok tune bûn. Me jî ji refên heyî biryar da ku em pirtûkxaneya leyîstokan avabikin. Em ê hewl bidin vê xebatê fireh bikin."

'Em li ser bingeha wekheviya zayendî tevdigerin'

Ebru da zanîn ku ew li sser medyayên civakî kampanya parvekirine rastî eleqeyek mezin hatiye û wiha domand, "Em leyîstokên çek ango pitikêen barbîe nagirin pirtûkxanê. Wek navend em li ser bingeha wekkheviya zayendî tevdigerin. Zarok ji xwe dibin şahîdê şîdetê. Divê em zarokan ji vê yekê biparêzinû leyîstûkên ku zekayê wan û kolektîfbûnê pêşbixe avabikin ango peyda bikin."

(rc)