Colemêrgê deng da Geverê

08:40

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Geverê berdewam dike şevan seat 8'an çalakiya deng derxistinê bi dirûşmeyên "Biji berxwedana Geverê" deng vedidin.

Li Geverê qedexeya derketina kolanan û êrîş kete roja 9'emin hêzên dewletê kolan û taxên Geverê her roj bomberan dikin. Ji bo ku êrişên hêzên Dewletê şermezar bikin li Colemêrgê çalakiya deng derxistinê pêk hat. Li Colemêrgê çalakiyên ji bo berxwedana Geverê berdewam dikin şevan seat 8'an li taxên Colemêrgê çalakiya deng derxistinê û hawayi fîşek hatin teqandin. Her wiha li her taxan dirûşmeyên "Bijî berxwedana Geverê" û "Gever ne bi tenê ye" deng vedan. Her wiha bi hinceta çalakiya deng derxistinê polîsan her taxên Colemêrgê xistin bin dorpêçê.

(zyd/ng/zt)