Agirê Newrozê geş kirin, berxwedana Şirnexê silav kirin

08:41

JINHA

ŞIRNEX – Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê gelek deveran agirê Newrozê hat geş kirin, bi agirê Newrozê berxwedana Şirnexê ku li hemberê êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê hat silav kirin.

Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê, li hember qedexeya Newrozê ya Walitiya Şirnexê daketin qadan û Newroza 2016’an pîroz kirin. Gelê ku agirê Newrozê geş kirin, berxwedana Şirnexê ku li hemberê êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 6’an de didome hat silavkirin. Cîwanan li dora agirê Newrozê govend gerandin û bi diruşmayan jî berxwedana Şirnexê silav kirin. Agirê Newrozê gelek deverên bajarokê hat pêxistin û cîwanan di dengweşên mizgeftan de stranên Awazê Çiya û stranên Newrozê vekirin.

(kom/zt)