Çiyayê Cudî slav da berxwedanê...

08:41

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê ku di roja 6’an de li hemberê êrîşên qîrkirinê didome, bi agirê Newrozê ku ji çiyayê Cudî bilind bûyî hat silavkirin. Pevçûnên di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN de her diçe dijwar dibe û di encama pevçûnan de tîmek taybet jiyana xwe ji dest da.

Li Şirnexê êrîşên hêzên dewletê di roja 6’an de bê navber didome û berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê ya heybet jî berdewam dike. Bi sedema şeva 21’ê Adarê agirê ji çiyayê Cudî agirê Newrozê bilind bû û bi fîşekên hewayî ku asîmanên Şirnexê ronî kir berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN hat silavkirin. Hêzên YPS/YPS-JIN jî silava berxwedanê ya ji çiyayê Cudî vedayî bi tilîliyan bersivand.

Êrîşên hêzên dewletê ya bi tang, top û obûsan berdewam dike û pevçûnên ku li taxên berxwedanê yên Yeşiîyurt, Gazîpaşa ve Îsmetpaşa zêde bû. Di pevçûnên taxa Yeşîlyurt de tîmek taybet jiyana xwe ji dest da û gelek tîmên taybet jî birîndar bûn. Di heman taxê de pevçûnên din ava rojê de qewimiyî de 2 leşker jiyana xwe ji dest dabû.

Her wiha di saetên şevê de dora 19.00 û 21.30’an de 4 caran sevqiyeta leşkerî li ser bajêr pêk hat. Sevqîyeta ku ji aliyê Cizîrê ve dihat hêrî kê 90 wesayît ber bi Fermandariya Tûmenê ve çû.

Xebatkarê lojmana polîsan Mehmet Sadik Altûrk ku pevçûnên taxa Vakifkent a di nava rojê de qewimiyî de di encama gulebarana sekvanan de birîndar bûyî ji jiyana xwe ji dest da.

(kom/zt)