Newroza Qendîlê destpêkir
08:42
JINHA
QENDÎL - Newroza Qendîlê bi diruşmeya 'Bi berxwedana neteweyî em newrozê bikin aştiya gelan û azadiya Rêber Apo' despêkir.
Amadekariyê Newroza Qendîl bi pêşengiya Tevgera Azad bi dûrişmeya 'Bi berxwedana neteweyî em newrozê bikin aştiya gelan û azadiya Rêber Apo' hatiye kirin. Weke her salê ji çar aliyê Kurdistanê bi hezaran Kurdistanî ji bo pîrozbahiya Newroza Qendîl herikîne Binarê Qendîlê. Di saet 11'an de pîrozbahî bi fermî despêdike lê ji serê sibê de welatî diherikin qada Newrozê. Weke salên buhrî di Newrozê de bi hezaran Kurdistanî ji saetên duh ên şevê ve herikîne qada Newroz lê bê pîrozkirin. Kurdistaniyên ku di konên li herêma Newrozê hatin danîn de heya sibehê man, li gelek cihan agir pêxistin û govend gerandin.
Newroza Qendîl ku wê peyamên pîrozbahiya ragihandina sîstema Federala Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê û piştgiriya ji bo berxwedana Bakûrê Kurdistanê, li gel vê jî peyama KCK'ê ya ji bo Newrozê bi meraqek mezin li bendê ne.
Piştî peyaman di nav de Hunermend Nasir Rezazî jî heyî, gelek kom û hunermend ji derve li gel koma Awazên Çiya û Koma Rojyar wê derkevin ser dîkê.
Wê şahî heya seat 00:04'na bidome.
(Şb/zt)