Gelê Kurd hember qirkirinê di Newroza berxwedanê de ne (1)

09:16

Bi hezaran diherikin qada Newrozê

JINHA

AMED - Li hember polîtîkayên şer yê AKP'ê bi dirûşmeyê "Bi berxwedanê em ê bi serkevin" bi hezaran kes bi stranên Newrozê diherikin qadê.

Îsal ligel qedexe û êrîşên hêzê dewletê gel bi dirûşmeyê "Bi berxwedanê re em ê serkevin" diherike qadê Newrozê. Serê sibê de jin, zarok û ciwan li Amedê bi cilên gelêrî, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK'ê hildan û bi dirûşmeyê "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kurdistan" û "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" diherikin qada Newrozê. Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew ligel qedexe û komkujiyan tên ba hev û wiha gotin, "Komkujî heye lê ev nayê wateya ku Newroz me ji êşan dur dixe. Newroz berxwedane. Em ê li vir rêxistinbûna xwe bi hêz bikin û berxwe bidin."

Ji Rezan ku qedexe ji ser rabû herikîna Newrozê

Gel di saetên serê sibê de li rawestgehan kom bûn û amadekariyên ku bimeşin Newrozê dikin. Bi taybetî li herêm û taxên qedexe lê hatibû îlankirin, gel piştî malên xwe ziyaret kirin berê xwe dan qadan. Ji bo ku welatî xwe bighînin qada Newrozê komîteyê amedekar ji 27 rawestgehan 121 wesayît dê gel bigînin qadê. Bi taybetî li taxa Kaynartepe û Rezan ku qedexe lê hatibû îlankirin, piştî qedexe rabû gel ji malên xwe derketin û berê xwe dan rawestgehên Newrozê.Li aliyê din li gelek navendên cuda maşîneyên TOMA û zirxî lê hatin bicih kirin. Hat zanîn ku bi hezaran polîs jî hatine peyvirdarkirin. Polîs hewl didin ku bardorek derûnî liser gel çêkin û meşa gel a Newrozê asteng bikin. Lê gel dîsa herikîna ber bi qada Newrozê ve didomîne.

Ji bo qada Newrozê 5 kes hatin peywirdar kirin

Ji serê sibê ve li bajêr gelek cih tedbîrên ewlehiyê hatine girtin. Ji ber noqeteyên qontrolê ên ku hatine dayîn destûr ne hat dayîn ku peywirdar jî derbasî qadê bibin. 5 hezar pêwirdarê ku ji aliyê komîteyê amedekar yê Newrozê ve hatî erkdar kirin serê sibê de dest bi erkê xwe kirin. Posterên Mazlûm Dogan, Sêvê Demîr, Hevserokê Meclîsa Gel yê Cizîrê Mehmet Tunç, Endamê DBP PM Mehmet Yavuzel, Îsa Oran û Tabet Înan ên ku di 19'ê Adarê de li ser dîkê hatibûn daliqandin ji aliyê polîsan ve hatibû rakirin. Ji nûde panqertên kurdî û tirkî "Newroz pîroz be" hat daliqandin û dîk bi alên kesk, sor û zer, ligel alên HDP û DBP'ê hatin xemlandin.

Di ketina qadê de gel bi cîhazên X-Ray tên qontrol kirin. Li aliyê din endamên DEM-GENÇ'ê saet 09.00'an de dê li ber Midûra Makîna Îkmal bên ba hev û ber bi qada Newrozê ve bi meşe.

Newroz dê bi deqeyek rêzgirtin despêbike û vekirin bi axaftin, mûzîk û her wiha ji Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder dê hin xal ji peyamê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê salê borî bixîne. Piştî xwandina peyamê dê bername bi mûzîk û axaftinan dewam bike.

(rc)