Hevserokên DBP'a Wanê hatin binçavkirin
10:34
JINHA
WAN - Hevserokên DBP'a Wanê Cazîye Duman û Okkeş Kava bi hîncêta ku "endamên rexistinê ne" bi biryara dadê şiyandin girtîgihê.
Li Taxa Şehîr Firat a navçeya Xaçorta Wanê berî vega bi 4 roja polîsan bi ser binaya DBP'ê de girtin û di nav de Hevserokên DBP'ê Caziye Duman û Okkeş Kawa bi tevahî 26 kes hati bûn binçavkirin. Piştî îfada wan a li Miduryeta polîsan 12 kes hatin serbest berdan û di nav de Caziye Duman û Okkeş Kava heyî 14 kes sewqî adliye hat kirin. Dozgeriyê Caziye Duman û Okkeş Kava bi hinceta "endamên rexistinê ne" sewqî dadê kirin dadê jî bîryara girtina Hevserokan da. Li bendê ne ku îfada 12 kesên din jî bê girtin.
(dt/zt)