Jinên Rezanê: Em dijminê xwe nasdikin

10:54

JINHA

AMED - Li taxa Kaynartepê piştî ku serê sibê qedexe rabû, hat dîtin ku ji aliyê polîsan û tîmên taybet ve gelek mal hatine xirakirin û deriyê malan hatine şikandin. Welatiyên taxê bertek li hember vê yekê nîşan dan û wiha gotin, "Her roj ciwanên me tên qetilkirin. Eger me xwedî li gelê Surê derketiba û me dorpêça li ser navçê şikandiba wê îro li Rezanê ev yek nehata jiyankirin. Êdî dem dest dayîna destê heve. Em dijminê xwe nasdikin êdî."

Qedexeya derketina kolanan di 15'ê Adarê de li taxa Kaynartepa Rezanê hat îlan kirin û îro sibê saet 06.00'an de rabû. Piştî dorpêç û qedexe taxrîbatên ku polîsan li taxê pêk aniye derket holê. Ligel gelek malên ku hatine taxrîb kirin malên ku polîsan ji bo xwe wek biryargeh bikaranîne jî hat dîtin. Ji ber bikaranîna çekên giran û gelek kolan û dîwarê malan hatine rûxandin. Welatiyên ku bi rabûna qedexeyan re vegerîn malê xwe diyar kirin ku bi îlankirina qedexeyan re mafê jiyanê ji wan tê standin. Jinên texê jî wiha gotin, "Em ê êdî ji zilma dewletê têrbûn. Her roj ciwanên me qetil dikin û me neçarî koçiyê dikin. Qedexeyek din were em ê malên xwe terk nekin. Em bimrin jî divê em li malên xwe bin. Divê kes malê xwe terk neke. Em çiqas warên xwe ji wan re bihêlin ewqas êrîşê me dikin."

Jinan da zanîn ku piştî Surê li Rezanê gel neçarî koçberiyê kirine û wiha domkirin, "Her roj ciwanên me tên qetilkirin. Eger me xwedî li gelê Surê derketiba û me dorpêça li ser navçê şikandiba wê îro li Rezanê ev yek nehata jiyankirin. Êdî dem dest dayîna destê heve. Em dijminê xwe nasdikin êdî. Tenê zilm li me tê kirin. Dewlet hînbûne her der hilweşînin û tar û mar bikin."

(rc)