Nisêbînê Newroza 1992’an nûjen kir
11:10
Adar
21
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN – Li taxên berxwedêr yên Nisêbînê gel û hêzên YPS û YPS-JİN’ê Newroz pîroz kirin.
Êrîşên dewletê yên bi ser taxên navçeya Nisêbîna Mêrdînê dom dike. Hêzên YPS û YPS-JİN’ê û şêniyên taxan li taxên berxwedêr agir dadan û newroz pîroz kirin. Di Newrozê de gelek welatî û zarok jî tevlî şahiyê bûn û li ber stranan û di bin dengê çekan de newroz bi coş pîroz kirin.
Welatiyan û hêzên YPS û YPS-JİN’ê li ber stranan govend gerandin.
(kom/zt)