Di Newroza Ewropayê de berxwedana Bakûr hat silav kirin

11:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li gelek bajarên Ewropayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Li Ewropayê bi hezaran kes hatin ba hev û berxwedana bi rûmet yê gelê Kurd silav kirin û bi coşek mezin Newroza xwe pîroz kirin.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn, Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiyê bi meşeke bi meşaleyan destpê kir û gelek Fransiyên dostên Kurdan tevlî bûn. Meşa ji meydana Canabîere destpê kir li meydana Vîeûx Portê veguherî mîtînga pîrozbahiyê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê nûnerê Kolektîfa Fransa-Kurdistanê axivî û diyar kir ku ev Newroz Newroza silavkirina xweseriya demokratîk e. Di axaftina li ser navê MLKP de hat destnîşankirin, ku berxwedana bi hev re ya li Kobanê hat nîşandan, divê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Silopiyayê jî bê meşandin.

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Felat Marînos jî da xuyakirin, ku ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ev gel çawa li ber xwe da, îro jî bi pêşengiya Mehmet Tûnçan û Zîlanan li ber xwe dide. Piştî axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê.

TOÛLOÛSE

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Newroz li bajarê Fransa Toûloûse hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li meydana Capîtolê ku gelek Kurdistanî û dostên wan lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Ji NCDK'ê Alî Ataş bal kişand ser 'qedexeya' dewleta Tirk daniye ser pîrozbahiyên Newrozê û destnîşan kir, gelê Kurd bi ruhê Mazlûm Dogan xwedî li Newrozê derdikeve. Di daxuyaniya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) de hat ragihandin, ku divê bi ruhê Newroza li Kurdistanê, gelê Kurd li Ewropayê xwedî li Newrozê derkeve.

Li dû axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û piştre meşeke bi meşaleyan hat lidarxisitn. Girseya gel piştî meşê li meydana Capîtole vegeriya, agir dada û li dora agir govend gerand.

MONTPELLÎER

Li bajarekî din ê Fransayê Montpellîerê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi sedan Kurdistanî li Peyroû Pîtotê li hev civiyan û dest bi meşeke bi meşaleyan kirin. Di meşê de dirûşmên 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok', 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Newroz', 'Bijî PKK', 'PKK em in, em PKK'yî ne', 'Kujer Erdogan', 'Terorîst Tirkiye' hatin qîrîn. Girseya gel xwe gihand meydana Comedîe û li vir li dora agirê Newrozê govend gerand.

NICE

Kurdistaniyên li bajarê Nîce yê rojavayê Fransayê dijîn, ji bo pîrozkirina Newrozê li meydana Gîrîbaldî li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên 'Bijî Newroz', 'Bijî Serok Apo' bi meşaleyan dest bi meşê kirin. Bi sedan Kurdistaniyan xwe gihandin meydan Masena û li vê derê li ser girîngî û wateya Newrozê belavok xwendin. Pîrozbahî piştî axaftinan bi gerandina govendê li dora agirê Newrozê bi dawî bû.

LYON

Kurd û dostên wan ên li bajarê Fransa Lyonê dijîn, Newroz bi meşeke bi meşaleyan pîroz kirin. Partîzan-YDG, Tevgera Komunîstên Ciwan, Kordînasyona Komên Anarşîst jî destek dan çalakiyê. Li qada çalakiyê li ser navê Navenda Civaka demokratîk a Kurd axaftin hat kirin û berxwedana Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex û Nisêbînê hat silavkirin. Çalakî bi gerandina govendê li dora agirê Newrozê bi dawî bû.

DUSSELDORF

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Elmanya Dusseldorf û Krefeldê dijîn, agirê Newrozê dadan û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin. Girseya gel saet di 17:30 de li ber DBG Haûs a li Dusseldorfê li hev civiya û li ber stranên Kurdî govend gerand. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û dirûşmên 'Bijî Newroz', 'Bijî berxwedana Kurdistanê', 'Jin jiyan azadî', 'Bê Serok jiyan nabe' hatin qîrîn.

KREFELD

Newroz li bajarê Elmanya Krefeldê jî bi coş hat pîrozkirin. Girseya gel a li Hoch Strasseyê li hev civiya, tevî meşaleyan meşiya. Piştî meşê li meydana Fabrîkheder ê belavok hat xwendin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin.

BONN

Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan ên li bajarê Elmanya Bonnê dijîn, di pîrozbahiya xwe ya Newrozê de berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Girseya gel bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û TJK-E qada Frankenbad dagirt. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê, Meclîsa Jinê ya Sara û PYD-Bonn ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Newrozê û şoreşê destpê kir.

Piştî axaftinên li vê derê Koma Rojava stranên xwe yên şoreşgerî got û girseya gel li ber govend gerand. Dûre danê êvarê meşa bi meşalyan pêk hat û çalakî li Munsterplatzê bi dawî bû.

TORÎNO

Li bajarê Îtalya Torîno jî Newroz hat pîrozkirin. Girseya gel piştî deqeyeke rêzgirtinê dest bi meşê kir. Li vir jî li ser wate û girîngiya rojê axaftin hat kirin, komkujiyên li Kurdistanê tên kirin hatin şermezarkirin. Piştre ji sînevîzyonê axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat nîşandan. Dûre ji Çarnewa Suleyman û Narînxan derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(rc)