Agirê şoreşa Rojava têhnê dide her derê

11:55

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li her çar aliyê Kurdistanê, bi taybet li Rojavayê Kurdistan û Beyrûdê gel herikîn qada Newrozê û berxwedana xweseriyê silav kirin.

Beyrût

Wekfa Newroz a çandî û civakî ya Lubnanê bi boneya Cejna Newrozê şahî li paytexta Lubnanê Beyrût organîze kirin. Şahî bi dirûşmeya “Bi berxwedana Mezlûm û Arîn ber bi Rojava xwedî Rêveberiya Xweser û Sûriya Demokratîk ve” û ”Ji bo Rêber Apo azadî” pîroz kirin. Bi sedan gelê Kurd û nûnerên Kesayetên welatparêz û dostên gelê Kurd tevlî şahiyê bûn. Şahî di bin baraneke dijwar de hate pîrozkirin. Qada şahiya Newrozê bi wêneyên têkoşerên Kurd, alên PKK`ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatibû xemlandin. Agirê Newrozê ji aliyê dayîkên têkoşeran ve hat hildan.

Efrîn

Şêniyên bajarê Efrînê û 7 navçeyên wê’ Şera, Şiyê, Raco, Cindrêsê, Mabeta, Şêrawa û Bilibilê’ ji bo ku beşdarî Şahiya navendî ya Cejna Newrozê ku bi diruşmeya’Rojava Azad û Sûriya Federal a demokratîk’ bibin, ber bi qada Newrozê ya li gundê Avraz yê navçeya Mabeta ve diherikin. Welatiyên ku berê xwe dane qadê cil û bergên xwe yên netewî li xwe kirine û wêneyên têkoşeran, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê û TEV-DEM’ê higirtibûn. Sehneya ku dê şahî lê bê lidarxistin, bi alên kesk û sor û zer hatiye xemilandin. Li ser sehnê pankarteke mezin ku li ser hatiye nivîsandin” diruşmeya’Rojava Azad û Sûriya Federal a demokratîk’’ û wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatine daliqandin.

Cizîr

Li Kantona Cizîrê coşa Newrozê destpê kir. Di Newroza îsal de wê 3 peyamên girîng bêne dayîn û dirûşmeyên pîrozbahiyê jî li ser heman esasî hatine diyarkirin. Dirûşmeya bingehîn ji bo balkişandina ser projeya sîstema federal a Rojava-Bakûrê Suriyeyê wekî “Ji Rojavaya Azad ber bi Suriyeyek federal û demokratîk ve” hatiye diyarkirin. Peyama din a Newrozê şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û diruşmeya wê wekî “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” hatiye danin. Peyama sêyemîn a Newroza Rojava ji piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê ye û ew bi dirûşmeya “Berxwedana we rûmeta me ye” tê vegotin. Pîrozbahiyên li Kantona Cizîrê li 6 navendan tên lidarxistin. Ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê bi deh hezaran kes ji bo Cejna Newrozê ber bi qadên pîrozbahiyê ve diherikin. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirine, rêyên ku diçin qadên pîrozbahiyê rengîn kirin. Gel alên kurdî û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên ku di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji destdayî hildan, her wiha Pankartên ku piştgiriya berxwedana Bakûr vedibêjin ên wekî “Cizîr, Nisêbîn, Amed, Sur ne bi tenê ne” hatin vekirin û diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re hatin berzkirin.

Kobanê

Di saetên serê sibehê de, bi sedan şêniyên Kobanê bi armanca beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê ya ku qada Newrozê ya li Girê Miştenûr tê lidarxistin, ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Şêniyên ku diçin cihê pîrozbahiyê bi cil û bergên xwe yên kurdî dema hidikişin jor, Miştenûr xemilandin. Tevî rewşa hewayê ya nebaş jî hinek bi erebeyan û hinek jî bi meş ketin ser riya qadê û dayikan jî bi coşeke mezin zarokên xwe rakirine û dimeşin. Welatiyên ku berê xwe dane, qada Newrozê alên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekîtiya Ciwanên Rojav, wêneyên cangoriyên azadiyê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekiribûn.Tê payîn ku şahiya Newrozê di saetên pêş de, bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM’ê û şervanên YPG/YPJ’ê destpê bike.

(rc)