Li Colemêrgê mudaxeleyî pîrozbahiya Newrozê kirin
13:29
JINHA
COLEMÊRG - Dema ku welatiyên Colemêrgê ji bo pîrozbahiyên Newrozê daketin kolanan rastî mûdaxeleya polîsan hatin. Li hember mûdaxeleyê berxwedana welatiyan li nava kolanan berdewam dike.
Li navend û hemû navçeyên Colemêrgê ji aliyê Waliyê Colemêrgê ve qedexeya pîrozbahiyên Newrozê hatibû dayîn. Lê welatiyan qedexe nasnekirin û daketin qadan. Dama ku li Taxa Medrese ya Colemêrgê dema ku welatiyan xwestin cejna Newrozê pîrozbikin rastî mûdaxeleya polîsan hatin. Endamên Navenda Çand û Hunera Feqiyê Teyran jî di navê de 5 kes hatin binçavkirin. Li hember mûdaxeleyê berxwedana welatiyan li nava kolanan berdewam dike.
(zyd/zt)