Li kelhat berxwedanê Cizîra Botanê agirê Newrozê
14:01
Adar
21
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX- Li taxa Cûdiyê ya Cizîrê ku li dijî êrîşên hêzên dewletê bû navenda berxwedanê komek ciwanên ku derketin ser avahiyan agirê Newrozê pêxistin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ligel dorpêça hêzên AKP'ê komek ciwan li taxa Cûdiyê li ser avahiyan agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" "Şehîd namirin" berz kirin. Ciwanan bang li hemû kesan kirin û xwestin saet di 11.00'an de tevli pîrozbahiya li ber avaniya DBP'ê bê lidarxistin bibin.
(kom/zt)