Gelê Agiriyê qedexe nasnekir û Newroz pîroz kir

14:53

JINHA

AGIRÎ - Gelê Agiriyê li astengiya polîsan ne sekinîn û ji bo pîrozbahiya Newrozê daketin qadê.

Gelê Agiriyê li hemberî qedexeya polîsan ji bo Newrozê pîrozbikin li qada Awirgiha Vekirî a Şaredariyê kombûn. Pîrozbahî bi tevlî bûna Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yuksekdag berdewam kir. Coşa Newrozê bi rengê kesk, sor û zer bi diruşmên "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê ser kevin " bilind bû.

(dt/zt)