Gelê Kobanê agirê Newrozê li Miştenûrê dadan

17:02

JINHA

KOBANÊ- Newroza Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeya demokratîk û federal ve" hate pîrozkirin.

Gelê Kantona Kobanê li girê Miştenûr cejna xwe pîroz kirin. Qada şahiyê bi posterên şoreşgerên têkoşer û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, herwiha alên TEV-DEM`ê, YPG- YPJ re hatibû xemilandin.
Jinên Kobanê bi cilên gelêrî qad rengîn kirin. Şahî bi deqîqeyekê rêzgirtin û xwendina sûrûda 'Ey Reqîb' despê kir û agirê Newrozê bi pêşengiya dayîkê kesên ku di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane ve hat pêxistin. Bi dirûşme û tîlîliyan agirê Newrozê hat dadan. Paşê axaftinên pîrozbahî hatin kirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Sara Xelîl di serî de Newroza gel pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Em li Miştenûr kom bûn. Em bi cilên xwe yên kurdî, li warê Arîn Mîrkan hatine cem hev. Em di destpêkê de vê roja pîroz li Rêberê mirovahiyê Serok Apo pîroz dikin. Em banga rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin. Em vê rojê li şervanên azadiyê û giyanê cangoriyên azadiyê pîroz dikin." Sara Xelîl îşare bi berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê kir û Newroza wan pîroz kir.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kobanê Eyşe Efendî jî bi silavkirina berxwedana Bakûrê Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir, "Ez kiryarên AKP'ê yên li hemberê gelê Kurd şermezar dikim. Em weke jin em ê bi rihê berxwedana Kobanê têkoşîna xwe ya li hember hemû dijminên mirovahiyê yên weke DAIŞ û AKP'ê bilind bikin. Jinên kurd wê Newroza 2016'an bikin Newroza demokratîkirina Sûriyê. Li ser vê bingehê em ê têkoşîna xwe hêj bilind bikin."

Enwer Mûslûm Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê jî wiha got, "Em îro weke hemû pêkhate li vir û di vê roja pîroz de hatine cem hev. Em hatine paytexta berxwedanê da ku federaliyê pîroz bikin. Em îlankirina federaliyê li Rêber Apo pîroz dikin. Heta ku em bigihêjin Sûriyeke demokratîk em ê li ber xwe bidin. Ez berxwedana Bakûrê Kurdistanê pîroz dikim û dibêjim çawa ku berxwedana Kobanê bi ser ket, berxwedana wir jî dê bi ser bikeve."

Fermandara YPJ'ê Rehîme Kobanê jî herî dawî axivî û cejna Newrozê Ii Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Bakûrê Kurdistanê û Şengalê pîroz kir, bang li hemû jin û ciwanan kir ku tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bibin û xaka xwe biparêzin.

Paşê komên çand û huner derketin ser dikê û bi berhemên xwe şahiya Newrozê geştir kirin. Komên girêdayî navenda Baqî Xido ya çand û hunerê stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Botan a şano şanoyeke bi navê "Evîna agir" pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(ze-rê/en/rc)