Newroza Efrînê bi coşa federaliyê bi dawî bû

17:46

JINHA

EFRÎN -Cejna Newrozê li Kantona Efrînê bi tevlîbûna deh hezaran hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên şoreşê, dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin.

Tevahiya gelê bajar û navçeyên Raco, Cindrêsê, Mabeta Şera, Şiyê, Şêrawa û Bilibil'ê di şahiya navendî de amade bûn. Jinan bi cilên gelêrî tevlî bûn. di qada şahiyê posterên berxwedêrên şoreşa Rojava û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû daliqandin. Alên TEV-DEM, YPJ-YPG'ê jî ji aliyê welatiyan hatin hilgirtin. Şahî bi deqîqeyek rêzgirtin û marşa netewî ya 'Ey Reqîb' destpê kir. Paşê agirê Newrozê hat vêxistin. Piştre jî dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku Newrozê dinirxîne, hate guhdarkirin.

Di pîrozbahiya ku gel ji navçeyê Raco, Cindrêsê, Mabeta Şera, Şiyê, Şêrawa û Bilibilê tevlî bibûn de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa axivî, Newroza 2016’an li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln, tevahî gelê Kurd û li gelên herêmê pîroz kir. Hêvî Mistefa got: “Em vê Newrozê bi ruhê berxwedana gelê Bakur pîroz dikin. Her sal em Newrozê bi serketinên nû û mezin pêşwazî dikin. Serketina herî mezin a vê salê jî îlankirina sîstema federal demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ye.”

Piştre berdevkê Hêzên YPG’ê yê Efrînê Firat Xelîl axivî, Newroz li tevahî gelan pîroz kir û da zanîn ku pêvajoyeke hesas tê jiyîn. Firat Xelîl îşare bi biryara îlankirina sîstema federal demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî kir û wiha got: "Gelek alî dijberiya vê sîstemê dikin. Em dibêjin kesên ku vê sîstemê qebûl nekin, li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê dibin asteng. Ev roj, roja serkeftina gelên Rojhilata Navîn e."

Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Alaaddîn Xalîd jî ev roj di serî li şehîdên azadiyê, li gelê Kurd û li tevahî gelên herêmê pîroz kir. Alaaddîn got ev roj ji bo gelên Rojhilata Navîn bi taybet jî ji bo Kurdan xwedî girîngiyek mezin e, ji ber ku her tim Newroz serketinê tîne.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm, li ser navê TEV-DEM’ê Mistefa Hesen, li ser navê PYD’ê Hêvîn Qasim û li ser navê Kongreya Star jî Şêrîn Hesen axivîn. Axaftvanan Newroz li tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin, berxwedana Bakurê Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP/Erdogan silav kirin.

Piştî axaftinan Koma Muzîkê ya Zarokên Efrînê derket ser dîkê her wiha komên muzikê derketin ser dikê û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Koma Kulîlkên Efrînê ya Zarokan stran gotin, koma Berçem a jinan jî stran gotin û koma Engîzek şanoyeke bi navê 'Dadgeha Jinê' çêkirin. Koma Kerdaxên Kalên Efrînê ya dîlanên Folklorî jî dîlan gerandin. Di berdewamiya şahiyê de şanoya koma Engîzek derket ser dike û şahî bi stranên koma Çiyayê Kurmênc bi dawî bû.

(fr/en/rc)