Şahiyên Kantona Cizîrê bi tilîliyê dayîkan bi dawî bû

18:59

JINHA

QAMIŞLO-Pîrozbahiyên Newrozê yên li Dirbêsiyê, Amudê, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê, Girkê Legê bi coşa sîstema federal demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê bi dawî bûn.

DIRBÊSIYÊ

Îro bi deh hezaran kes ji hemû pêkhateyên bajarên Dirêbsiyê, Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê û Zirgan ji bo ku beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê bibin çûn gundê Kebez ê Dibêsiyê. Şahî bi rêzgirtin ji bo şehîdan destpêkir. Paşê axaftinên pîrozbahiyê hatin kirin. Aldar Xelîl Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê, Ekerm Hiso Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê, Muna Yûsiv Rêvebera Kongreya Star, Lewend Rojava Fermandarê YPG`ê axivîn. Di tevahiya axaftinan de cejn hate pîrozkirin û berxwedana Bakûrê Kurdistanê hate silav kirin.

Şahî bi pêşandanên hunerî dewam kir. Hozan Mehmûd Ebdulezîz stran got. Cûndiyê Xizan helbesteke di derbarê şoreşê de xwend, herwiha peyamên pîrozbahiyê yên rêxsitin, partî û saziyên Rojava hatin xwendin
Koma Mûzîkê ya Serkeftin a bajarê Dirbêsiyê derkete ser sehnê. Paşê helbestvan Ferhadê Merdê helbest xwend. Koma Şehîd Welat a ser bi TEV-ÇAND'a bajêr jî berhemên folklorî pêşkêş kir. Şahî bi stranên Koma Mûzîkê ya bajarê Hesekê û dîlana gel bidawî bû.

QAMIŞLO

Pîrozbahiya bajarê Qamişlo li gundê Elî Firo pêk hat. Piştî vêxistina agirê Newrozê Îlham Ehmed Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) axivî. Îlham Ehmed Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê û wiha got: "Bi vê îlanê re xeyala derdorên ku li bendê bûn sîstema Rojava têk biçe, pêk nehat. Li îlankirina sîstema nû re van derdoran derbeyek mezin xwar. Ev proje bi xwîn û keda têkoşerên azadiyê pêk hatiyek, lewma ev dê jiyanek bi rûmet ava bike." Piştre Senherîb Bersûm rêveberê Partiya Yekîtiya Suryan axivî û Newroz wek roja berxwedanî, ked û dema azadiyê pênase kir. Henîfe Hisên jî bi ser navê Kongreya Star axaftinek kir û ev cejin li tevahiya gel û jinan pîroz kir.

Paşê Rûstem Hesen helbestek pêşkêş kir. Di dawiya şahiyê de awazên koma Botan û coşa gel coşa Newrozê bilind kir.

DÊRIK

Kampa Newrozê malovaniya cejna Dêrikê kir. Endama Desteya Rêveber a TEV -DEM'ê Henîfe Hisên, Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropayê Şengê Qehreman, Cîgirê Hevserokên Kantona Cizîrê Îbram Îshaq û Li ser navê Kongreya Star Gulistan Osman axivîn. Henîfe Hisên di axaftina xwe de li ser sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Suriyeyê rawestiya û got: "Ev sîstem ji bo hemû pêkhateyên Suriyeyê gaveke dîrokî ye. Mînaka herî baş a avakirina Suriyeyek azad û demokratîk e." Henîfe Hisên berxwedana Bakûrê Kurdistanê jî silav kir û piştgiriya Rojava anî ziman.

Îbram Îshaq Cîgirê Hevserokên Kantona Cizîrê jî cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û wiha axivî: "Ji bo ku jiyana hevbeş bi ser bikeve, me gelekî şehîd dan. Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê yekîtiya pêkhateyên Suriyeyê dike hedef." Di pîrozbahiyê de peyamên YPG, YPJ û saziyên sivîl jî hatin xwendin.

Di Şahiya Dêrikê ya ku li Kampa Newroz hate lidarxistin axaftin hatin kirin, stran hatin gotin, şano hat pêşkêşkirin. Hunermendên herêmî jî bi awazên xwe reng dan şahiyê. Di dawiya şahiyê de govend hate girtin û dirûşmeyên berxwedana Bakûr û Rojavayê Kurdistanê silav dikin, hatin berzkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Şahiya Girkê Legê ya li gundê Helêq çêbû. Piştî vêxistina agirê Newrozê Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf û Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî El-Hadî El-Deham û li ser navê Kongreya Star jî Şehnaz Ebdo axivîn û bal kişandin ser girîngiya sîstema federal.

Pîrozbahî bi stran û govendê bidawî bû.

TIRBESPIYÊ

Pîrozbahî li gundê Dugirê hate lidrxistin. Gelê Sincaq û gundên derdor jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di şahiya Newrozê de axaftin hatin kirin.
Dayikên şehîdan agir vêxistin. Dengê Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan hate guhdarkirin. Paşê ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hikmet Hebîb, Hesen Koçer endamê Meclîsa PYD'ê, ji Kongreya Star Leyla Îskan, ji YPJ'ê Nûrhan Nergis axivîn û Newroz pîroz kirin.

Di dewamiya şahiyê de koma Şehîd Xebat û koma Fîdan û Şoreş ya bajarê Til Temir bi awazên folklorî û şoreşgerî Newroz pîroz kirin. Her wiha koma Şehîd Warşîn govendên xwe pêşkêş kirin. Koma şehîd Sebrî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil şanoyeke bi navê "komîn ne tenê ji bo alîkariyê ye"û " Ji erka xwe parastin nereve" pêşkêşkirin.

Di dawiya şehiyê de li ber awazên koma şehîd Xebat govend hate gerandin û şahî bi dawî bû.

AMÛDÊ

Newroz li qada Garajê hate pîrozkirin. Qada şahiya Newrozê bi posterên têkoşerên Kurd, şehîdên Newrozê, alên PKK`ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG`ê û YPJ`ê hatibû xemlandin. Welatiyên bajêr bi cil û bergên xwe yê kurdî, jinan bi doranîkên xwe yê kesk û sor û zer qada Newrozê rengîn kiribûn. Şahiya Newrozê bi sînevîzyona Rêberê PKK Abdullah Ocalan derbarê Newrozê destpêkir. Ji aliyê dayikên şehîda ve jî meşeleya Newrozê hate pêxistin.

Peyama KCK'ê ya ji bo Newrozê hate xwendin. Bi xwendina peyamên pîrozbahiyê yên sazî û rêxistinên de berdewam kir. Li ser navê Kongreya Star Welîda Botî, li ser navê TEV-ÇAND'ê Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid, li ser navê Rêveberiya MSD'ê Cîhad Omer, li ser navê fermandariya YPG Huseyin Koçer û li ser navê rêveberiya xweser Hekem Xelo axivîn.

Piştî axaftinan bername bi stranên şoreşgerî, şano û dîlana berdewam kir. Di dawî de li qada Newrozê tevayî welatî bi hevre dîlan girtin û bi coşeke mezin di 15:00 de bi diruşmeyên "Bijî Newroz", "Bijî Rêber Apo" û "Bijî Şoreşa Rojava" bi dawî bû.

(kom/rc)