Ji koçberiya bi darê zorê ber bi guhestina bajar ve çîrokek serhildanê…

09:01

JINHA

STENBOL - Guler Bozyel diyar kir ku ax, zimanê dayîkê û nasnama wan ji destê wan girtine û êrîşên ser Taxa Gulsuyê vegot. Gulera ku bi koça zorê ji gundê xwe derketî niha jî bi zora 'vegera bajar' re ru bi ru ye got: "Li piş her deriyê malên Taxa Gulsuyê ya ku têde mirovên tekoşîn dikin, baldar, ketkar û xweşik lêdijîn de çîrokek heye. Ev cihek ku mirovên xwediyê nasnameyên cuda lê dikarin bijîne."

Taxa Gulsuya navçeya Maltepeya Stenbolê ku bûye hêlîna malbatên ji Kurdistanê bi zorê koçkirine her dem dibe hedefa êrîşên dewletê. Ser dîwarên ketina hindirê taxê de nivîsên nijadperest dinivîsin, piştî demekê li cihê wan nivîsan, nivîsên şoreşgerî tên nivîsîn. Çîroka jiyana Guler Bozyel a ku bi darê zorê ji Dêrsimê koçî heman taxê kirî û 30 salin li wê dijî tarzê jinên berxwedê yên ne li hember vegera bajaran ne jî li hember vegera çandî serî netewandine.

'Weke jinek ez serî naçemînim'

Gulera ku ji Dêrsimê sirgunî heman taxê bûye ji zarokatiya xwe heya niha li taxên hejarên bajêr tekoşîna jiyanê dide. Guler da zanîn ku dewletê despêkê ax, paşê jî zimanê dayîkê û nasnameya wan girtiye, ew jî têrnake zarokên wan digirin û wiha domand: "Weke jinek û dayîkek ez êdî li hemberî van serî nadanim. Berê em ji axa me kirin. Di 1'ê Gulanê de li Xerpêtê bûm. Wê demê ez 6-7 salî bûm, mamê min bilez kete hindir, birîndarbû hîna di bîra min dene. Çima? Ez dikarim niha bersiva wan pirsan bidim. Min her dem ev ji bo dayîka xwe digot; 'Em kurdin lê çima ez bi zimanê dayîka xwe napeyîvim.' Min kêmbûn û travmaya wê jiyan kir."

'Taxa Gulsuyu bi tekoşînê serket'

Guler a ku bi travmayên jiyan kirî re dijî, dewletê gundê wê jê girt niha jî taxa ku lêdimîne bi navê vegera bajar jê digire. Guler destnîşan kir ku 30 salin tekoşîna jiyanê didin û wiha berdewam kir; "Li piş her deriyê malên Taxa Gulsuyê ya ku têde mirovên tekoşîn dikin, baldar, ketkar û xweşik lêdijîn de çîrokek heye. Ev cihek ku mirovên xwediyê nasnameyên cuda lê dikarin bijîne. Dixwazin vî cihê me bigirin û bidin dewlemendan. Di her hilbijartinê de bi sozên 'Emê tapoyên we çêkin' tên, heya dengan digirin cardin tiştekê nakin û niha jî hewildidin me ji vêderê sirgun bikin. Tenê derdê me yê hewandinê heye, yê wan derdê rantê ye."

'Dê gelê Gulsuyê berxwedanê berdewam bike'

Guler bilêv kir ku dê gelê Gulsuyê bi ciwanên xwe re parastina xwe mezin bikin û firsetê nedin çeteyan û wiha dom kir: "Welatiyên Gulsuyê bi tekoşînê û bedeldayînê ev ax girtine. Bila kes li ser Gulsuyê li qazancên rantê negerin. Dê gelê Gulsuyê li ber xwe bide û berxwedanê berdewam bike."

(zt)