Li gel dorpêçê jî welatiyên Cizîrê diherikin qada Newrozê

11:46

JINHA

ŞIRNEX - Gelê Cizîrê ku rastî êrîşên dijwar ên hêzên dewletê hat, li gel hemû astengî û dorpêçan diherike qada Newroza Fînalê ya 2016'an. Berî mîtîngê hêzên dewletê avahiya DBP'ê dorpêç kir. Gel li gel dorpêçê li ber avahiyê kom bû. Li bendê ye ku hevserokên HDP, DBP û KCD'ê bên beşdarî mîtînga Newrozê bibin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo bîranîn û xwedî derketina dozê kesên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan îro mîtînga Newroza Cizîrê tê lidarxistin. Berî mîtînga Newrozê hêzên dewletê avahiya DBP'ê dorpêç kir. Li gel polîsan dora avahiyê bi maşîneyên zirxî dorpêç kiriye jî gel diherike qadê. Wekilên HDP'ê jî li ber avahiya DBP'ê kom bûn hatina heyeta ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Hatip Dîcle û Selma Irmak, Berdevkên HDK'ê Gulistan Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu dipên. Li bendê ye ku heyet saet di 11.00'an de bigêje Cizîrê û beşdarî mîtînga Newrozê bibe. Wekîlê HDP'ê Faysal Sariyildiz, şaredarên Cizîrê, endam û rêveberên DBP û HDP'ê derbasî ketina navçeya Cizîrê bibin.

Dayika endamê Meclîsa DBP'ê Mehmet Yavuzel jî ji Rihayê hat Cizîrê. Li bendê ye ku malbatên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan jî bi heyetê re bên qada pîrozbahiyê. Li aliyê din ji Rêxistina Efoya Navneteweyî jî 8 akademisyen ber bi Cizîrê ve ketin rê.

(zt)