Heyeta ji bo Newroza Cizîrê ketî rê hat asteng kirin

11:57

JINHA

ŞIRNEX - Heyeta HDP, DBP û HDK'ê ya ji bo lidarxistina fînala Newrozê ya li Cizîr ket rê, li têketina gundê Basiprîn ê 20 km dûrî Hezexê ye hat sekinandin. Hêzên dewletê, wek hincet biryara Walîtiya Şirnexê berpêş kirin û destûra derbasbûyînê nadin.

Heyeta ku ji Amedê ji bo fînala Newrozaê ya li Cizîrê ket rê, li têketina gundê navçeya Hezexê yê Şirnexê hat sekinandin. Pêşiya heyeta di nav de hevserokê giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, hevalîgirên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û parlementerên HDP'î jî têde ji aliyê polîs û leşkeran ve hat girtin. Hêzên dewletê yên bi wesayîtên zirxî rê girtin, wek hincet biryara Walîtiya Şirnexê berpêşkirin û destûra derbasbûyînê nadin.

Rawestandina heyetê didome.

(kom/zt)