Akademisyêna ku nebû şirîkê suc di hucrê de tê girtin

13:58

JINHA

STENBOL- Perwerdêra Zanîngeha Bogazîçiyê Doç. Dr. Esra Mungan ji bo ku destnîşe avêt binê metna ji aliyê akademisyanan ve bi sernava 'Em nabin şîrîkê vî şûcî' hatî belavkirin hat girtin û piştre xistin hucra Girtîgiha Bakirkoy Jinan a Stenbolê.

Akademisyenên ku ji bo şerê li Kurdistanê gotin 'Em nabin şîrîkê vî şerî' rastî lêpirsîn û girtinan hatin. Perwerdêra Zanîngeha Bogazîçiyê Doç. Dr. Esra Mungan jî destnîşa avêtbû binê wê metnê û heftiya derbasbûyî hate girtin. Esra Mungan xistin hucreya Girtîgiha Jinan a Bakirkoyê. Piştî 3 rojên li muşade hat girtin û roja înê li bendêbûn ku wê bibin qawîşa jinan, lê îdara girtîgihe ji bo Esra biryara 'Qawîşa bi tenê li gorî wê dît' û ew xistin hucra tenê.

(dt/zt)