Cenazê Gulistan Aysal a ku li Surê hatî qetilkirin hat oxirkirin
14:42
JINHA
AMED - Cenazeyê Gulistan Aysal ber bi memleketê wê Bedlîsê ve hat oxirkirin.
Di 10-11’ê mehê de piştî dolabên şer 7 cenaze ji Sûr ê hatin derxisin. Di nava 7 cenazeyan de cenazeyê Gulistan Aysal a 21 salî jî hebû. Li gel ku malbata Aysal cenazeyê keça xwe naz kir jî, 12’ roje bi hinceta testa DNA’yê cenaze di morgê de hat rawastandin. Pişti tezta DNA'yê cenazeyê Gulistan dan malbatê. Malbatê cenaze ji Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê git û ketin rêya Bêdlisê. Parlementer û rêveberên HDP’ê yên Amedê û MEYA-DER tevlî merasima birêkirina cenaze bûn.
Dê cenazeyê Gulistan li Bêdlîsê bi girseyî defin bikin.
(zt)