Li Orduyê peykerê jinan bihinceta 'ne li gora exlaqê civakeyê' tê rakirin
15:37
JINHA
ORDU - Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê ji bo peykerê jinan bi hînceta 'ne li gorî axlakê civakeyê' rakir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê peykerê jinan bi hînceta 'Şerm û bê exlaqiye' rakir. Li gorî hat zanîn berî 4 salan şaredariya CHP'ê li gelek parqan peykerên jinan danî bû û vega jî bi hinceta 'dijberî axlakê civakeyê ye' tên rakirin. Şaredarê AKP'ê yê Bajarê Mezin ê Orduyê Enver Yilmaz diyar ku wê cihê 5 peykerê jinan bê guhartin û got: "Ev peykerên jinan ne li gora çand û edetê mene û bê axlaqî tê dîtin, ji bo wê jî me biryara rakirina wan li cihek din deynin daye."
Li gorî axaftinan wê peykerê 5 jinan bibin cihek ku zehf mirov neçinê bê danîn. Enver Yilmaz da zanîn ku ji hunerê re hesase û wiha berdewm kir: "Ev peyker bi giştî ne li gora urf, edet û çanda me ye û ev 5 peyker dibin destûra Şaredariyê dîne. Ji bo wê jî me biryara rakirina peykeran da û me xwest bi çapeniyê re par bikin. Em van peykeran naxin embaran. Miduryeta Çandê biryara ku wê ev peykerane dîsa li kevnargihê bên pêşandan daye. Em ji aliyê huner û çandê ve hesasin, lê dibe ku mirov carna li gorî netewên manawiyata civakê bi giştî ne li gora nirxên me nin. Ev peyker ne li gora bajarê me bûn û me parzinandin bivî rengî da şixuland."
Ji aliyê din ve li ser peykera wek nivîsên 'şermê yahu' hatibûn nivîsandin û peyker hatibûn texrîp kirin.
(dt/zt)