Jinên Qamişlo: Newroz bilindkirina têkoşînê ye
16:36
JINHA
QAMIŞL- Newroza 2016'an li Rojavayê Kurdistanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Jinên Qamişlo yên rengdan qadan Newrozê gotin: "Ji bo bilindkirina tekoşîna azadiyê û piştevaniya jinên Bakurê Kurdistanê yên di çeperên şer de em li qada Newrozê ne."
Li tevahî Rojava bi diruşma 'Bi Rojavaya azad ber bi Suriyeyeke rederal demokratîk ve' gel herikîn qadan û Newroz pîroz kirin. Derbarê Newrozê de jinên Qamişlo nirxandin kirin. Nezîre Gewriyê RêveberaYekîtiya Jinên Suryan, Newroza hemû gelan pîroz kir û wiha axivî: "Em wekî jinên Suryan Newrozê pîroz dikin û ji hemû gelên bindest re azadiyê dixwazin. Newroz cejina biharê ye, sembola têkoşîna gelan e û tê de her kes têkoşîna bidestxistina mafê xwe hîn zêdetir bilind dike. Em jî bi berxwedanê ber bi lûtkeya azadiyê ve dimeşin û li tevahiya cîhanê deng vedidin. Beriya du salan Rêveberiya Xweser hate îlankirin, piştre MSD'ê û QSD'ê ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne û parastina xaka Sûriyê dikin hate avakirin. Îro jî tevî hemû zehmetiyan projeya sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hate îlankirin, çareseriya herî rast ji aloziya Sûriyê re sîstema Federal e, ji bo wê yekê jî ez vê gava dîrokî li tevahî gelê Sûriyê pîroz dikim."
Endama Meclîsa bajarê Qamişlo Edla Mistefa kelecana xwe ya Newrozê wiha anî ziman: "Ez Newroza 2016'an li RêberApo, gerîlayan, YPG-YPJ'ê û tevahî gelê kurd pîroz dikim. Hêvî dikim ku sala bê em Newrozê bi Rêber Apo re û di welateke azad de pîroz bikin. Em bi vê boneyê berxwedana gelê me li Bakûr jî silav dikin û Newrozê li wan pîroz dikin. Em soz didin ku heya dawiyê jî em piştgiryê bidin berxwedana wan a azadiyê."
Mamoste Şêrîn jî Newroza xwendekarên xwe û hemû kesê pîroz kir û wiha axivî: "Newroz li cem gelê Kurd rojeke taybet e, tevî hemû êrîşên ku li ser me tê meşandin jî careke din her kes herikiye qada Newrozê û bi agirê dilê Kawa yê Hesinkar, Mazlûm Dogan, agirê canê Rehşan û Zekiye Alkan vê rojê pîroz dikin û soza tolhildana wan jî nû dikin. Em Newroza 2016'an li Rêber Apo, li gelê xweyê Bakur û li tevahî gelê Kurd pîroz dikin."
Mîlan Mihemed jî di serî de hêzên ewlehiyê silav kir û got: "Ez di destpêkê de Newroza Rêber Apo pîroz dikim ku em gihandin ve astê, êdî bê tirs em ala xwe bilind dikin. Dîsa ez Newroza YPG-YPJ'ê ku gelê Kurd diparêzin pîroz dikim. Her wiha Newroza gelê me li Bakûr bi taybet pîroz dikim ku îro di çeperan de berxwedaniyeke bêhempa pêşdixin. Em amadene, ji bo welateke azad heya kêliya jiyana xwe ya dawî jî şer bikin û azadiyê bi ruhê berxwedanê bidest bixin."
Berdevka Mala Jinê Hedye Ehmed jî Newroza jinên Bakurê Kurdistanê pîroz kir û wiha domand: "Ez Newroza 2016'an li Rêberê mirovahiye, hevalên ku di çeperan de berxwedaniyê dikin û malbatên şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe fedakirine silav dikim. Bi taybet jî Newroza jinên ku li Bakûrê Kurdistanê di çeperan de li ber xwe didin pîroz dikim. Îsal her gulek bi rengê xwe tevlî Newroza bûye, pêşiya niha me Newroz veşartî pîroz dikir, lê îro em di qadan de eşkere Newroza xwe pîroz dikin. Her wiha li kêleka van pêşketinan Erdogan bi zilmekî pir dijwar ser gelê kurd de tê, lê tevî hemû êrîşan jî gelê me serî netewandiye û qet jî natewîne. Em wekî jinên Kurd piştgiriyê didin Bakûrê Kurdistanê û em tucarî ji doza azadiya gelan venagerin. Berxwedanî ruhê xwe ji jinan digire, jin jî wê herdem li qadan be, heya ku xwe û azadiya Rêberê xwe bi dest bixe. Her ji bo vê yekê jî dê çalakî nesekinin."
(kom/zt)
v