Peyama jinên Cizîrê ya Newrozê: Her Newroz despêkek nû ye
16:51
JINHA
ŞIRNEX - Di fînala Newrozê ya li Cizîrê hat pîroz kirin de, malbatên kesên li Cizîrê di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin peyama domandina berxwedanê ragihandin gelê kurd. Di pîrozbahiyê de hevjîna Mehmet Tûnç, Zeynep Tûnç got: "Dê gelê kurd wek evîna xwe yî roja ewil berxwedanê bidomîne."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî 79 rojên êrîşên rêveberiya awarte fînala Newroza îsal li gel hemû êrîş û pêkûtiyên hêzên dewletê jî bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Cizîrê" hat pîrozkirin. Cizîriyan careke din li hemberî êrîş û pêkûtiyên hêzên dewletê hişmetî û serbilindiya xwe dan der û malbatên kesên di 79 rojên êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin di peyamên xwe de diyar kirin ku ew dê şopdarê têkoşîna windayiyên xwe bin.
'Dê gelê kurd wek evîna xwe yî roja ewil berxwedanê bidomîne'
Esmer Tûnç, dayika Mehmet Tûnç ê di dema berxwedanê de bi van gotinan "Bila tu kes li hêviya teslîmbûna me nesekine. Em dê wek roja ewil mil bi mil li ber xwe bidin û heke bivê em dê di vê oxirê de şehîd jî bibin. Me li ber xwe da, çok dananî, bi me serbilind bin" bûbû remza berxwedanê, Newroza hemû Kurdistanê pîroz kir û dest nîşan kir ku çi dibe bila bibe divê agirê Newrozê wek roja ewil li her derî geş bibe û wiha got, "Em dê heta dilopa dawî li ber xwe bidin. Em dê li pêyî doz û têkoşîna xwe bin." Hevjîna Tûnç, Zeynep Tûnç jî Newroza gelê kurd pîroz kir û ev peyam ragihand, "Dê gelê kurd wek evîna xwe yî roja ewil berxwedanê bidomîne."
'Li hemberî komkujiyan divê em yek bin'
Behiye Nayir, dayika Pakîze Nayir a li Silopiyê di êrîşên qirkirinê de hat qetilkirin li gelê kurd banga yekîtiyê kir û wiha got, "Divê li hemberî komkujiyan em yekdil bin. Komkujiyên ku îro bi serê me de anîn, dibe ku sibê bi serê hin kesên din jî bînin. Îro zarokên me qetil kirin, sibê jî dibe ku zarokên kesên ku îro piştgiriya AKP'ê dikin bên qetilkirin."
Nafiye Kuçuk, dayika Adîl û Agît Kuçuk ên li Cizîrê hatin qetilkirin got, "Em dê heta dilopa dawî li ber xwe bidin. Li gel hemû êrîş û komkujyian jî em dê Newrozê li her qadê pîroz bikin. Ji ber zarokên me hatin qetilkirin qey em dê dev ji têkoşîna xwe berdin. Na." Jiyan Kuçuk, hevjîna Adîl Kuçuk jî got, "Em dê tu carî li hemberî dewletê serê xwe netewînin û şînê negirin. Serê me bi saya şehîdên me bilind e û dê her bilind be."
'Li hemberî komkujiyan em dê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin'
Ayşe Sanir, hevjîna Mele Hesen Sanir ê li Silopiyê hat qetilkirin diyar kir ku Newroz ji nûve şînhatina ruhê berxwedanê ye ji ber vê ew dê bi ser bilindî li ser piya bin û got dê Newroz wek destpêkeke nû bê pîrozkirin.
Leyla Gun, dayika Abdullah Gun ê 17 salî yê li Cizîrê hat qetilkirin û dayika aştiyê Hatîce Çelîk jî dest nîşan kirin ku dê gelê kurd li hemberî komkujiyan serî netewîne. Leyla û Hatîce gotin, ew dê di şexsiyeta Mehmet Tûnç de her bi berxwedêrên gelê kurd serfiraz bin û ew dê li hemberî her komkujiyan bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin.
(kom/zt)