Ala YJŞ'ê li lutkeya Çiyayê Şengalê badibe
09:09
Delîle Axîn - Hewlêr Şahîn/JINHA
ŞENGAL - Fermandara YJŞ'ê Sorxwîn Şengalî di derbarê rengên ala wan a nû û giringiya wê de got: "Ev al ji bo me xwediyê giringiyek pir mezine. Ji lewra dibin sîya vê alê de weke jinên Êzidîxanê emê rêxistina xwe mezin bikin."
Di navbera 13 û 14'ê sibatê de YPJ Şenga 1'emîn konferansa xwe lidarxistin. Di konferansê de yek ji mijarên li ser hat sekinandin nav û alaya YPJ Şengal ya nûbû. Yekiniyên Jinên Şengalê (YJŞ) îlankirin û alaya wan a nû jî hat hilbijartin. Cara yekemîn alaya YJŞ'ê di 8'ê Adarê de hat bilind kirin. Fermandara YJŞ Sorxwîn Şengalî di derbarê rêxistina jinan li Çiyayê Şengalê, nav û alaya wan a nû de nirxandin kir.
Sorxwîn bilêv kir ku weke jinên Şengalê wan rêxistina xwe mezin û wiha domand: "Ez di serî de vê alê li hemu jinên di çeperan de li berxwedidin pîroz dikim. Ji xwe piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Şengalê hêzên me yên YBŞ hatibu avakirin û tevlibuna jinan di nava refan de zêdbeûn. Ji bo me xebatek herî giring û pêwistiyekî serekebu, em jinên Êzidî di her milî de parastina xwe avabikin. Taybetî jî em di milê leşkerî de rexistina xwe berfirehtir bikin. Me weke Yekeniyên Jinên Şengalê xwe birêxistin dikir. Amadakariyên me yên ji bo alê heya roja 8 Adarê temam bu û me ala xwe ya rengin di 8 Adarê de bi slogana Jin Jiyan Azadi li Çiyayê Şengalê bilind kir. Ev ji bo YJŞ wateyek pir mezinbû, ji bo wê jî me despêkê bilindkirina wê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hilbijart."
Sorxwîn ji bo renê alê jî wiha got: "Ala me ji kesk, sor û zer pêktê. Ji ber rengê zer rengê rojêye, roj jî li cem me Êzidiyan pîroz tê dîtin. Bîr û baweriya me Êzidiya bi rojê tê. Di alê de rengê sor ji, dema ku tu ji dûr ve li rojê meyzê dikê rengê wê zere lê dema ku tu nêz dibî rengê wê sor xûya dike, ji bo wê jî rengê sor me hilbijart. Rengê kesk ji ji rengê xwezayê tê."
Sorxwîn weha dawî li gotinên xwe anî: "Ez carekdin vê ala me ya YJŞ li hemu jinên ku ji bo azadiyê têkoşîn didin meşandin pîroz dikim. Di bin siya vê alê de azadiya Rêber Apo ya fizikî ji bo me erkek serekeye. Di heman demê de emê artêşa jinên Êzidxanê mezin bikin û jinên dîl hatine girtin rizgar bikin. Em soz û peymana vê yekê didin."
(zt)