Selma Irmak: Di Newrozê de gel peyama berxwedanê da
09:10
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku di Newrozê de gel peyama berxwedanê daye û wiha got: "Newroz ji bo me despêkek nû ye, ji bo me hêvî û berxweda ne. Li hemberî her şert û zordariyê dê Newroz bibe wesîleya berxwedanê."
Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak di derbarê peyama gel a di Newrozê de hatî dayîn û pêvajoyê de nirxandin kir. Selma da zanîn ku li Amedê gelê Kurd disa peyama xwerêveberiyê nişanî hemû gelê Tirkiyê da û wiha axivi; "Ez destpêkê Newroza hemû gelê kurd pîroz dikim. Gelê me li hemberi zext û zoran bi berxwedanê Newroz pîroz kir. Di Newrozê de gel peyama em li hemberî mirin û kuştinê ne, lê dema ku bi ser me de jî bên emê li ber xwe bidin û kes nikare vîna me bişkêne dan. Tu kes nikare vîna gelê kurd bişikêne. Her wiha di Newroza Amedê de gelê kurd peyamek giring da rayedarên Tirkiyê. Hêzên dewletê ji bo ku li Amedê gel bitirsinin agahiyên dê bombe bê teqan din, dê êrîş bê kirin hatin belav kirin. Her çiqas ew agahiyên bi vî rengî belav bikin jî Newroza Amedê weke navê xwe hat pîroz kirin. Newroz ji bo me despêkek nû ye, ji bo me hêviye, berxweda ne. Li hemberî her şert û zordariyê dê Newroz bibe wesîleya berxwedanê."
Selma destnîşan kir ku peyama gel a Newrozê dê bandorê li pêvajoyê bike û wiha doman: "Di Newrozê de aşkere bo ku gel peyama Demokratikbûnê da. Peyama gel da yi dê li ser pêvajoyê jê bandor bike. Li Kurdistanê şerek qirêj tê meşandin. Di keseyata Cizirê de gelê kurd bi hovane tê qetilkirin. Malbatên ku berê çune li bajarên Tirkiyê bicîhbûne li hemberî van komkujiyan û şewitandina mivoran tên li bajarên xwe bicîh dibin. Ev jî hîn zêdetir girêdan û xwedîderketina li ax û miletê xwe nîşan dide."
'Li Sur û Cizîrê polîtîkayên dewletê têk çune'
Selma bilêv kir ku polîtîkayên dewletê yên şer li Sur û Cizîrê têkçuye û wiha berdewam kir: "Li Sûrê li Cizirê polîtîkayên dewletê têk çûne. Dewlet li vir de têk çu ye. Bi hişmendiya bi tang, topan û leşkeran darbeyek bikin û van bajaran hilweşinin, ji holê rakin. Gelê li van bajaran koçber bikin pişti wê koçberiyê pergalek nû li gora xwe saz bikin nêzbû. Lê derket holê ku li Cizirê em bigirin heya Sûr, Nisebin, Hezex û derdorên din dewlet vale derket. Niha li Gever û Şirnexê pevçûn berdewam dikin. Hêzên Dewletê bi tang û topan taxan bomberan dikin û em nizanin ku miri birindar çiqasin. Ev politikaya bê hîşî û bê ehlaq berdewam dike li ser gelê me. Em helbet dê van rojan derbas bikin. Weke salên 90'an em kuştin, koçber kirin, lê emê bi berxwedanê qezenc bikin. Bi berxwedana gelê me emê van rojan derbas bikin."
Selma bal kişand li ser peyama ku Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş ya ku li Newroza Amedê dayi û wiha got: "Ger ev politikaya bê ehleqi bê hiş encam negirtin divê gav bê avêtin. banga me bi vi awayi ye peyama Newrozê a birêz Selahattin Demirtaş jî divi esasi de bû. Ew peyam peyama me hemû yan bû. Em sazi û dergehên me hemû rexistinên me, tevahi em karin bêjin peyama me hemûyan bû. Em dibêjin riya aşitî û demokrasiyê jê nehatiye girtin, divê ev rê bi temami neyê xetimandin. Ger bê xetimandin wê çaxê encama derdikeve holê tu kes nikare xwe bide ber. Ewê Tirkiyê jî bixe nava hilweşandinê, ev agirê ku hatiye vêxistin ewê Rojavayê Tirkiyê jî bişewitine. Her ku diçe Tirkiye bi aloziyê re ru bi ru dimine. Niha şer ne tenê li ser axa Kurdistanê, di heman demê de li bajarên Tirkiyê jî derdikeve, her roj bombeyek tê teqan din. Bi awayek mirovên sivil jiyana xwe ji dest didin. Tirsê mirov teslîm girtiye li rojava yê Tirkiyê mirov nikarin ji malên xwe derkevin. Li Kurdistanê ji mirov nikarin têkevin malê, di vê rewşê de berdewamya vê politikayê encam dijmintiya vi geli ye."
Selma ji bo rewşa Geverê jî wiha axivî: "Dewletê Gever bi tang û topan xistin bin dorpeçê. Ji bo pevçûn çênebin me hewlda. Dewlet jî ji van hewledanan hayidare ji bo ku pevçûn çêne bin, lê mixabin derket holê ku dewlet li peyî xapandinêye. Em bawer dikin gelê Tirkiyê ji siyasetmenderên Tirkiyê jî ji vî işerî ne keyfxweşin. Ji bo wê jî divê siyasetmenderên Tirkiyê piştgiriyê bidin me, em van pevçûnan komkujiyan rawestinin."
Di dawî de Selma diyar kir ku ji bo pevçûnên Geverê rawestînin dê gelê Wanê berê xwe bidin Geverê.
(zt)