Her roja diçe tindiya ser Zanîngeha Dîcleyê zêde dibe
09:23
JINHA
AMED - Her roja diçe êrîş û tindiyên ser Zanîngeha Dîcleyê zêde dibe. Xwendekaran diyar kirin ku polîs êrîşî hemû çalakiyên wan dikin û rektor jî li hemberî wê bêdeng dimîne.
Ev hefteyeke tindiya ser xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê her diçe zêde dibe. Ji ber ku çalakiyên xwendekaran ên herî demokratîk jî rastî êrîşa polîsan tên, xwendekaran li hemberî vêyekê nerazîbûn nîşan da. Xwendekaran dan zanîn ku di vê hefteyê de hemû çalakiyên wan qedexe kirine û wiha got: "Çalakiyên me yên herî normal jî polîs bi bombeyên gazê mudaxele dikin. Di şertên normal de li zanîngehê dîtina polîsan qedexeye, lê li vêderê bi her awayî wesayîtên polîsan dîtin gengaze. Rektora zanîngehê jî li hemberî van rewşan dengê xwe dernaxin.
'Xwendekar dibin tehdîdê denin'
Xwendekaran bilêv kirin ku rojên çalakî tineyî hîn zêdetir TOMA li zanîngeha wan tên dîtin û wiha domandin: "Desturê nadin ti çalakiyên me, heya daxuyaniyên çapemiyê jî. Peyîwirdarên nava zanîngehan de jî îstihbarata polîsanin. Weke xwendekar em her dem dibin tindiyê denin, gelek hevalên me yên xwendekar hatin girtin. Bi şevan jî polîs digerin û xwendekaran tehdîd dikin. Em her dem dibin çavdêriyê denin. Hefteya derbasbûyî me xwest em ji bo protestokirina tacîza ser xwendekarên jin hatî kirin daxuyanî bidin, heta destura wê jî neda."
'Polis xwendekarên jin hedef digirin'
Xwendekaran anîn ziman ku wan ji bo 21'ê Adarê roja Newrozê amadekarî kirin û wiha pêde çun; "Lê dema ku me xwest di hindirê zanîngehê de Newrozê pîroz bikin polîsan destur neda. Xwendekar li ber Fakulteya Perwerdê kombûn û dîlan gerandin. Dema ku xwendekar belavbûn cardin polîsan êrîş kir. Bi tayîbetî jî polîs xwendekarên jin hedef digirin. Wê demê 10 xwendekar pir xirab darbkirin û girtin binçavan. Ev jî têrnake bi şev polîs li yurdên xwendekarên jin digerin û wêneyan dikêşin. Her dem rewşek aloz çêdikin. Mudurê yurdan jî li hemberî vê çavê xwe digirin."
Her wiha li gorî vegotina xwendekaran di hefteya derbasbûyî de bi qasî 100-200 kesan tekbîr anîne û ketina nava zanîngehê, polîsan jî tenê wan temaşekiriye.
(zt)