'Divê her kes bibe parçeyek ji piştevaniya Cizîrê'
09:52
JINHA
ŞIRNEX - Gelê Cizîrê yê li hember texrîbatên hêzên dewletê dayî çêkirin berxwedanek dîrokî nîşan dayî ji nû ve navendên xwe yên jiyanê avadikin. Jinên ji bo piştevaniya gelê Cizîrê hatî gotin; "Divê her kes bibe parçeyek ji şêwirmendiya Cizîrê."
Dibin dorpêç û qedexeya derketina derve de derket kolê ku hêzên dewletê li Cizîrê texrîbat, hilweşandin û hovîtî kiriye. Gelê Cizîrê yê her dem bi berxwedan xwe di dîrokê de tê zanîn û ti carî dest ji berxwdanê bernedayî hewildide van kiriyaran jî ser xwe bavêje. Welatiyan dest bi komkirina cihê jiyana xwe kiriye. Welatiyên ku bi xwe birînên xwe dipêçin ji her demê zêdetir pêdiviya wan bi pişevaniyê heye. Hema piştî rabûna qedexeyê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava çu herêmê û dest bi xebatê kir. Welatiyên ji gelek deverên Tirkiyê hatine beşdarî xebatan bûne li gel komeleyê alîkariyê dikin.
'Divê dem peyîda bikin û bên Cizîrê'
Ozlem Bayraktutan a ku ji Stenbolê ji bo piştevaniyê hatî got: "Pêdiviya vêderê bi xebatkarên dildar hene. Ji ber divê her dem rêxistinbûn çêbibe. Li vêderê bajarek hilweşayî heye û pêdivî bi her tiştî heye. Ez çubûm Kobanê jî. Li vêderê dîmenên hîn zêdetir xirab hene. Çawa ku wêdemê her kes ji bo Kobanê ketin rê divê ji bo vêderê jî heman tiştî bikin. Divê her kes dem peyîdabikin û bên Cizîrê."
Aktivista Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê Feride Eralp jî yek ji jinên tevlî piştevaniya Cizîrê bûyiye. Ferîde da zanîn ku piştî 9 rojên qedexeya ser Cizîrê jî ew bi komek jinan re hatibû Cizîrê û wiha dom kir: "Wê demê em li mala jinên Taxa Cudiyê mabûn. Welatiyên wê demê em li mala xwe misafir kirîn, niha mala wan nîne. Berpirsiyariya me li vêderê mayîn û ji bo ji nû ve avakirina Cizîrê her yek ji me goşeyek girtine. Niha berpirsiyariya me pakêtkirina zexîreyê hatine ye. Ji bo kar ez li vêderê me. Ji bo ku her kes odeyek a têde jiyan bikin û xwarinek a bixwe hebe em li vêderê ne. Em hemû li hemberî şer û vê hovîtiyê ne. Ji bo dawî hatina şer jî rêya çareseriyê hatina vêderêye. Di pêvajoya Kobanê de li Pirsusê dilxwazan kar dikir. Divê heman rewş li vêderê jî bê jiyan kirin. Karê li Pirsusê hatî kirin divê li vêderê jî dubare bikin. Divê her kes bibe parçeyek ji vê piştevaniyê."
(zt)