Serpêhatiyê Jinan yê li hember 'koletiyê' serî hildide...
10:25
Ceren Karlıdag/JINHA
STENBOL - Di derbarê pirtûka "Jinan Kolê IŞÎD'e" yê ku li tirkiyê dest bi danasînê wê hatî kirin bi Thîerry Oberle yê ji Rojnameyê Fîgaroyê re me gotûbêj kir. Thîerry wiha got, "Ji bo em eziyeta li ser jinan bidin rewastandin, divê em rastiyên ku çavê me ditirsîne bînin ziman. Di vê bêhna ku em dipeyvin de jî gelek jin rastî dîlgirtinê tên."
Rojnamegerê Fransî Thîerry Oberlê di pirtûka xwe ya bi navê "Jinan Kolê IŞÎD'e" ku tê de qala jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dîlgirtin, her wiha jinên rastî cureyên cuda ên îşkenceyê zayendî hatî û qala Jinan yê Êzidî a ku xwe ji çeteyan rizgar kiriye dike. Hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê yê ku di tu çîrok ango fîlmek de mirov rastî wê neyê, hêjayî jin hatî dîtin, jin di bin esaretê de rastî îşkence û tecewizê hatine û ligel vê yekê dixwazin vîna jin dîlbigrin. Jinan bi van hevokan bûyerên ku jiyan kirine vedibêje, "Eger bûyerê min jiyan kirine ez venebêjim, kî dê bîne ziman? Eger rastiyê veşêrim, wê demê ez dibim hevparê sucên ku IŞÎD pêk tînê ye." Hevjînê Jinan Velîd diyar kir ku bûyerên ku Jinan şahîdiyê wê kiriye serî wî bilind dike û got ku ev pirtûk sekna Jinan dide nîşandan. Di derbarê pirtûkê de nivîskar Thîerry Oberlê agahî da me.
'Kiryarên ku hember jinên Êzidî pêk hatine sucê şere'
Thîerry hewldide jiyana Jinan ji tevahî cîhanê re bide raghandin û pirtûk bi 7 ziman amede kir. Thîerry piştî ku hîndibe koçberên ji ber şere li Suriyê diçin Ewropayê û ji aliyê DAIŞ'ê ve tên revandin, wek kole bikartînin di Mijdara 2014'an de biryar distîne û diçe Başûrê Kurdistanê. Thîerry ji bo hevdîtinê bi jinên Êzidî re diçe bajarek biçûk yê başûrê Kurdistanê. Thîerry a ku li vir bi Jinan nasdike wiha dibêje, "Eziyetên ku jinên Êzidî rastî tên sucê şere. Zilmê ku IŞÎD pêk tîne wek çavkaniyê şanazî tê pêşkêş kirin. Herî zêde ez li hember vê yekê matmayî mam. Jinan wiha li bazarê kirina kole organîzasyonek mezine. Ji xwe jinên kole ji aliyê IŞÎD'ê de bin qeydê de tên girtin. Dema ku IŞÎD'yek bimre wekî ku jin mîrateyeke diyarî yekî din tê kirin."
'Bi nêrîna jinek nivîsîn gelek zehmet bû'
Thîerry diyar kir ku li hember vê zilmê, gelê Êzidî bi avakirina yekîneyên parastina cewherî matmayî nekiriye û got jinên Êzidî xwedî hêz û cesaretek mezinin. Thîerry da zanîn ku wek mêrek çîroka jinek ku 12'e heftî rastî şîddeta zayendî hatî nivîsandin hestek giranbû û wiha domkir, "Hem li gorî nêrînê jinek firkirîn hem jî bi jinek ku mirov ji çandê wê biyanî be peyivîn ji bo min gelek zehmet bû. Jinan ji xwe dema qala bûyerên jiyan kirine dikir jî ne rihet bû." Thîerry bilêvkir ku kesên rastî zilma IŞÎD'ê hatine divê di warê derûnî de piştgirî bê dayîn û got divê ji aliyê malbat û hewirdor jinên rastî tecevûzê hatî bi tenê neyê hêştin. Thîerry her wiha diyar kir ku ew rêzek yê walatên cîran li hemberê netewên biçûk nedîtiye.
'Di vê bêhnê de jî gelek jin tên dîlgirtin!'
Thîerry da zanîn ku piştî Jinan qala bûyerên ku jiynan kiriye kir ew gelek bi hêz bûye û çûye bi rayadarên Fransayê re hevdîtin pêk aniye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Zîhniyeta IŞÎD ji mirovên bê perwerde pêk tê. Divê tevahî cîhan fêmbike ku jin û mêr xwedî heman mafin di jiyanê de. Divê bûyerên ku jinên Êzidî jiyankirine tevahî cîhan bizanibe. Ji bo dawî li van komkujiyan û eziyetên ser jinan tê kirin bi dawî bibe, divê em rastiyên ku çavê me ditirsîne bînin ziman. Di vê bêhna ku em dipeyvin de jî gelek jin rastî dîlgirtinê tên."
(rc)