Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs girtin binçavan

11:28

JINHA

SÊRT - Di nav de Hevşaredara Şaredariya Dihê Eda Kîlîs jî têde 12 welatî di baregeha operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.

Li navçeya Dihê ya Sêrtê di baregeha operasyonên qirkirina siyasî yên danê sibehê de, di nav de Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs jî têde 12 welatî hatin binçavkirin. Kesên ku bi îdiaya di Meclîsa Bajêr de cih digirin û hatin binçavkirin, navên wan wiha ye: Eda Kîlîs, Zekiye Azgin, Tahîr Tûgrûl, A. Rahîm Beştaş, Cengîz Kiliç, Saît Dûman, Orhan Yildirim, Faîk Ogûz, Remzî Şalci, Îsmîl Erdemcî, Melîhan Oktay, Agît Beştaş. Kesên binçavkirî şandin Muduriyeta Polîsan a Dihê.

(zt)