Girtiyan bi hunera destê xwe piştgirî da Sûr û Cizîrê

12:29

JINHA

ÎZMÎR - Girtiyên li girtîgehên Şakran û Kiriklarê ji bo piştevaniya Sûr û Cizîrê li Îzmîrê pêşangeha "keda destan nûra çavên girtiyan" vekirin.

Li Îzmîrê girtiyên PKK'î û PAJK'î yên ku li girtîgehên Şakran û Kiriklarê dimînin bi navê "keda destan nûra çavên girtiyan" peşangeh vekirin. Girtiyên PKK'î û PAJK'î wêneyên ku ji bo piştevaniya navçeyên Sûr û Cizîrê yên ku ji ber êrîşên hikûmeta AKP'ê hatine xirakirin, xêz kirina li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hate pêşandan. Jibilî wêneyên Denîz Firat, Fîdan dogan, Paramaz Kizilbaş û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane gelek wêneyên xwezayê jî hatin pêşandan. Dahatên ji pêşangehê hate hinbûn ku dê ji bo piştevaniya gelê Cizîr û Sûrê bê şandin.

(zt)