Direwek din a çapemeniya şer aşkere bû!

13:09

JINHA

ŞIRNEX – Ji rojnameya Mîllîyetê ku bi serê xwe “çapemeniya şer” re şertdigre, gerîlaya YJA-STAR’ê Fîlîz Şaybak ku li Mexmur’ê di pevçûnên li hember çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî, weke ku li berpiryara YPS-JIN ê ye û li Şirnexê jiyana xwe jidest daye da.

Rojnameya Mîllîyetê ku di bin bandora artêşa tirk de karê rojnamegeriyê dike vê carê jî dibin sernava “PKK’yiya berpirsyara YPS’ê hat kuştin” peywîra xwe ya “çapemeniya şer” bi cîh anî. Rojname di nuçeyê de gerîlaya YJA-STAR’ê Fîlîz Şaybak ku di sala 2014’an de li Mexmur’ê di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî wekî berpirsyara YPS-JIN’ê ya Şirnexê nîşan da. Her wiha rojname di nuçeyê de bi nivîsa “Li taxa Dîcle ya Şirnexê di operasyonên li hember YPS-JIN’a lingê PKK’ê de berpirsyara YPS-JIN’ê Bêrîvan Avesta hat kuştin” hêzên dewletê ku Kurdistanê dagir kirine serkeftî nîşan da. Ji bo gerîlaya YJA-STAR’ê Fîlîz Şaybak di 14 Îlon’a 2014’an de Navenda Ragihandina Çapemeniya HPG’ê daxuyanî parve kirî bû û daxuyaniyê de nasnameya Fîlîz jî wisa hatî bû aşkere kirin: “Nasnav: Avesta Harun Firat, nav-paşnav: Fîlîz Şaybak, cihê ji dayîk bûnê: Wan, dayik-bav: Haliye – Muhiyettîn, cih û dîroka şehadetê: 12 Îlon 2014 / Başurê Kurdistanê-Maxmur.” Her wiha merasîma cenazeya Fîlîz li Heremên Parastina Medyayê hatî bû kirin û malbata wî û gelek hevalên wê jî beşdarî merasîmê bûyî bû.

Navenda Koordînasyona Giştî a YPS’ê jî têkîldarî nuçeya Rojnameya Mîllîyet ragihand ku nuçe propagandeya şerê taybet e û daxuyanî bi van gotinan dom kir: “Ji bilî daxuyaniyên Navenda Koordînasyona Yêkîneyên Parastinên Sivîl (YPS) tû daxuyanî li ber çav neyê girtin. Hêzên rejîmê li ser şehîdên me re propagandaya reş didin meşandin. Gelê me û malbatên endamên me baldar be û îtîbarê van daxuyaniyan û nuçeyan neke. Ji bilî daxuyaniyên me tû daxuyanî divê esas neyên girtin.”

(kom/zt)