Çiyayê Bagokê bombebaran dikin

14:45

JINHA

MÊRDÎN - Qereqola Gurînê çoltera Çiyayê Bagokê bi bombeyên hewanan bombebaran dike. Pevçûnên li nava bajar yên di navbera YPS, YPS-JİN û Tîmên taybet de berdewam dike.

Di dema pevçûnên li Nisêbîna Mêrdînê dom dike de Qereqola Gurînê ya ku 5 kîlometre dûrî navenda bajêr e çoltera Çiyayê Bagokê bi bombeyên hewanan bombebaran dike. Bombebaran ku di saetên serê sibehê de destpêkir bi navberan berdewam dike.

Êrîşên tîmên taybet yên bi ser taxên Nisêbînê jî berdewam dike. Tîmên ku nikarin têkvin taxan, ji derveyî taxan bi tankan taxa bombebaran dikin. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin êrîşên tîmên taybet û pevçûnên dijwar diqewimin. Ji ser taxan gelek caran dûman radibe.

(kom/zt)