Jinên Kerboranê tabuta Dîlber bernedan heya rêwîtiya dawiyê
16:26
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê Dîlber Bozkurt a ku li Sûrê hate qetilkirin li Kerboranê hate definkirin.
Cenazeyê Dîlber Bozkurt a ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpetê hate wergirtin û anîn Mêrdînê. Cenaze ji aliyê girseya ku parlamenterên HDP'î jî hene ve li rawestgeha Deywan a Kerborenê hate pêşwazîkirin. Hêzên dewletê yên ku navçe dorpêç kirin cenaze di têketina navçeyê dan rawestandin û yek bi yek kontrola GBT'ê kirin. Li navçeya ku esnafan derabeyên dikanên xwe venekerin, bi sedan kesên ku cenazeyê Dîlber girtin ser milên xwe ber bi goristanê ve meşiyan. Her ku çû hejmara gel zêde bû û li ser vê yekê jî hêzên dewletê pêşiya gel birîn, bi bombeyên gazê û ava şid ve êrîşî gel kirin. Gel bi parastina xwe ya cewherî ve bersiv da êrîşan. Ligel êrîşa bi deqîqeyan berdewam kir gel meşa xwe berdewam kir û gihîştin Goristana Seyîd Hasan. Li vir cenazeyê Dîlber bi dirûşman ve hate oxirkirin.
Piştî rêzgirtina bi sirûda "çerxa şoreşê" bavê Dîlber, Ramazan Bozkurt axivî û got: "Em ê di riya şehîdên xwe de meşa xwe bidomînin. Bila serê Kurdistanê sax be."
Piştî merasîma cenaze gel ji bo sersaxiyê derbasî Taxa Sarayê bûn.
(kom/zt)