Li Çaldiranê semînera 'Zayenda civak' hat dayîn
16:47
JINHA
WAN - Li Navenda Jiyana Jinan a Rojîn ya Çaldiranê ji bo jinan semînera 'Zayenda civakî' hat dayîn.
Li navçeya Çaldirana Wanê li Navenda Jiyana Jinan a Rojîn a giredayî beşa Pewerda Lêkolînê samînera 'Zayenda civakî' hat dayîn. Gelek jin tevlî semînerê bûn û di semînera beşa Perwerde ya beşa Lêkolînê de Havar Derya axîvî û got ku di hemu qada jiyanê de veqetandina jinê a ji mêr cudakirinê berdewam dike û wiha berdewam kir: "Herî zêde di jiyanê de jin rastî cudabûna zayendî tên. Têkoşîna me a li hemu qada li hember cudabûna hişmendiya ku mêr û jinê ji hev cuda dike berdewame. Em ê hişmediya ku mêr bi guharin û hişmendiya ku mêr ya peyve wek namus û ahleqê hertim ji jinan re tên dîtin bi guharin. Di heman demê de ev hişmendiya nexweş û bê çare ku qalib girtiye êrîşî jiyana jinan dike. Dibe em li hemu qada jiyane pirs bikin û lê xwedî derkevin."
(dt/zt)