Dayîkên Aştiyê: şer ne tenê ziyanê dide kurdan dide hemû gelên Tirkiyê
16:57
JINHA
STENBOL - Dayikên Aştiyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin û mutabakata Dolmabahçe ji nûv pêk bê, cara 20'emîn li ber Qesra Dolmabahçeyê civîyan û xwestin peyama Newroza Amedê li ber çavan bê girtin. Dayikan anîn ziman ku ew ji aştiyê re amade ne.
Endamê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin û mutabakata Dolmabahçeyê ji nûve dest pê bike cara 20'emin kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan di çalakiyê de pankartên "Dayik rê nadin şer" "Em dixwazin maseya li Dolmabahçeyê hat rakirin ji nûve bê avakirin" vekirin û dowîzên "Jin şer naxwazin" û "Bi mutabakata Dolmabahçe re sadiq bin." rakirin. Dayikên ku li qadê dowîzên "Ji Ocalan re azadî" û "Em ji komkujiyê re bêdeng namînin" vekirin û rastî astengiya polîsan hatin bertekên xwe anîn ziman. Dema dayikan çalakî pêk anî, çend jinên ciwan çay dan dayikan. Polîsên ku dîtin derdor çayê didin dayikan, dayîna çayê tehamul nekir û çay asteng kirin.
Dayikan li vir bang li rayedaran kirû xwest guh dibin peyamên di Newroza Amedê de derketin pêş û wiha gotin: "Bi sed hezaran gelê Amedê dîsa di Newrozê de destê aştiyê dirêj kir. Em ji bo aştiyê amade ne. Em dixwazin ji nûve muzakere dest pê bikin. Ji bo muzakere ji nûve dest pê bikin em dê her hefte bên ber Qesra Dolmabahçeyê û çalakiya xwe berdewam bikin. AKP di ferqa her tiştî deye û zerarê dide hemû gelê Tirkiyeyê."
(zt)