Cezayê derketina derveyî welat dan Eren Keskîn

16:59

JINHA

STENBOL - Hevgerînendeya Giştî ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn rastî cezayê derketina derveyî welat hat.

Di baregeha lêpirsîna derbarê Rojanmeya Ozgur Gundemê de li Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye îro Hevgerînendeya Giştî ya Weşanê Eren Keskîn a ku li dozgeriyê îfade da, bi şertê venêrîna edlî û qedexeya derketina derveyî welat ew sewqî 10'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê kirin. Dadwerî bo Eren biryara "qedexeya derketina derveyî welat" da.

(zt)