Heyeta ku xwest bikeve Geverê asteng kirin
17:21
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê komvoya ku xwest ji bo rawestandina pevçunan bikeve Navçeya Geverê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin asteng kirin.
Qedexeya derketina kolanan li Geverê kete roja 11'emin. Ji bo ku êrişên li ser Geverê bên raswestandin ji Wanê û Colemêrgê gelek welati bi konvoyê ji bo ku biçin Geverê rê ketin. Di nav konvoyê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevserokên HDP û DBP'ên Colemêrgê û gelek welatî jî bûn li Yenîkoprûyê gava ku heyetê xwest ku bikevin nav navçeya Geverê rastî astengiya leşkeran hatin. Hevditina Hevserokan bi hêzên bewletê re berdewam kir, lê hêzên dewletê destûr neda ku bikevin nav navçê. Dema ku destur nehat dayîn konvoyê daxuyanî da. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Metin Besi got ku her ew çiqas destûr nedin ji dilê wan li gel Geverê ye.
Selma Irmak jî li ser qedexeya derketina kolanan û pevçûnên li Geverê wiha got; "Her çiqas hikumet me asteng bike jî qedexeyan îlan bike jî, em dev ji berxwedanê bernadin. Dibêjin hûn nikarin derbas bibin, ji ber ku walî ferman daye. Ew walî walîyê şere, me xwest berî Geverê bibe Cizira dûyemin em bikevin nav navçeyê, lê disa em asteng kirin. Em li gel gelê xwe yê Geverê ne. Em tu car dest ji berxwedanê bernadin. Divê hikumet bi lez deng bide bangawaziya KCK'ê û dest bi muzakereyan bike. Em hêvî dikin ku bi lez pevçûn rawestin "
Pişti axiftina Selma girse bi dîrûşmeyên "Biji Serok Apo" û " Bijî Berxwedana Geverê " vegeriyan Colemêrgê.
(zyd/zt)