Sevile li hember şertên jiyana zor têkoşîn esas girt

09:13

Piroz Zirig/JINHA

DÎLOK - Sevile Aslan berî çend salan ji Pirsusa Rihayê koçî Dîlokê kiriye û bi zorê hatiyê zewicandin. Sevile bi salan ji mêrê ku pêre zewiciye rastî şîdetê hatiye. Sevile got ku du keçên wê bi zorê hatine zewicandin û niha keçên wê jî rastî şîdeta hevjinên xwe tên. Sevile diyar kir ku divê tucar jin dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Li bajarê Tirkiyê gelek welatî zahmetiya aborî dikşînin û bandor dibin. Gelek caran mirov ji ber zehmetiya aborî tenê çare welatê cuda dibînin û koç dikin. Yek ji van jî Sevile Aslana (52) ye. Sevile ji ber zehmetiya aborî berî niha 35 salan tevî malbat xwe ji Pirsusa Rihayê koçî Dîlokê kiriye û bi salan li bajarê metropolan zehmetiyên jiyanê kur hîs kiriye. Sevile da zanîn ku hemu şidet dîtiye û wiha berdewam kir: "Di dema dibistana seretayî de malbatê ez ji dibistanê derxistim. Gava ku ez hatim 20 saliya xwe malbatê ez ji yek ji xwe mestir bi zorê zewicandim. Şideta jiyana min gava ez ji dibistanê derxistim destpekir. Berî15 sala hevjînê min jiyana xwe ji dest da û ez neçar mam ku 6 zarokan mezin bikim.

'Min her roj ji hervjinê xwe şîdet didît'

Sevile anî ziman ku berî hevjinê wê jiyana xwe ji dest bide her roj rastî şîdetê dihat û wiha lê zede kir: "Me di odeyek tenê de jiyan dikir û me aboriya malê bi xebata şikandina fistiqan berdewam dikir. Heya min arsa xaniyê xwe kirî bi şev û roj ez di karê şikandina fistiqan de di xebitîm. Min bi şikandina fistiqan zarokên xwe mezin kirin. Ez hemu demsalan di xebitîm. Her roj bi qasî 25 kîloyan fiştiq min li mal dişkand. Zarokên min jî li mal alîkarî didan û wan jî fistiq dişkandin.

'Bila tucar jin dev ji têkoşîna xwe bernedin'

Sevile got ku her du keçên wê jî wek wê ji aliyê xizmên wan ve hatine zewîcandin û wiha gotinên xwe dawî kir: "Her du keçên min niha jî rastî şîdeta hevjinên xwe tên. Êşa bi salan min jiyan dikir vêga keçên min jiyan dikin. Jiyana bajarek wek Dîlokê gelek zahmete. Kurek min niha li kolanan girêdayî madeyan bûye. Ji bo ku ez wî xilaskim min gelek zehmetî dît û min kurê xwe ji destê tacîra madeyan xilaskir. Em wek jin divê em tucar dev ji têkoşînê bernedin. Her çiqas min zehmetî kişand jî ez di baweriya têkoşîna jinê deme. Divê jin tucar dev ji têkoşînê bernedin.

(dt/zt)