'Bi peyva cara yekê ye dixwazin tecevûzan rewa bikin'

10:01

Bêrîtan Elyakut / JINHA

AMED - Jinan li hember Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya "Cereke ev tişt kirin ji bo reşkirina saziyekî me yê bi xizmetên xwe ve derketiye pêş nabe hincet" a ji bo Weqfa Ensarê ya ku bi standala îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan hate rojevê nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Bi peyva 'cara yekeme' dixwazin tecevûzê rewa bikin."

Li hember Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya "Cereke ev tişt kirin ji bo reşkirina saziyekî me yê bi xizmetên xwe ve derketiye pêş nabe hincet" a ji bo Weqfa Ensarê ya ku bi standala îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan hate rojevê vê carê ji saziyê jinan bertek bilind bû. Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jin a Ekîn Ceren Eylem Ulgen, diyar kir ku di demê borî de bûyerek wiha di girtîgeha Şakranê de jî hatibû jiyan kirin û di encamê de tenê midûrê girtîgehê ji erk girtine û ser bûyerê hatî girtin. Eylem got, "Niha yê ku li Karamanê tê jîn jî heman tişte, sûcê mirovahî yê herî xirab 'tecevûze' dixwazin ser bigrin."

'Tecevûz sûcek ya mirovahiyê ye divê wiha bê dîtin û darizandin'

Eylem destnîşan kir ku Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu bi wan gotinên xwe Weqfa Ensarê parastiye û wiha got, "Tecevûz sûcek ya mirovahiyê ye divê wiha bê dîtin û darizandin. Divê kesên ku li weqfan û qursan perwerdehî didin asta wan bên lêkolîn kirin û wiha bên girtin. Bi şêwayên cuda dixwazin ser bûyerê bigrin ev yek jî ne raste."

'Bi peyva cara yekê ye dixwazin tecevûzan rewa bikin'

Pisporê Xîzmeta Civakî a Navenda Şêwirmendiya Jin ya Ekîn Ceren Ebru Demîr jî wiha got, "Kurê Serokomar jî daxuyaniyên ku ser bûyerê bigre dike. Li wir zarok çi dijîn ne xema wane, berovajiya wê tenê dixwazin navê saziyê paqij derînin. Li welat salên dawî em gelek rastî bûyerên tacîz zayendî, cînayeten jin û zewacên temenê biçûk zêdebûne. Divê bê lêkolînkirin, em ê jî şopdar bin. Bi peyva cara yekê ye dixwazin tecevûzan rewa bikin. Di sala 2008'an de heman bûyer li Çorumê jî hat jîn. Divê Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ji tevahî gel lêborîna xwe bixwazin."

'Aqilê dewletê ser çanda tecevûzê xwedî dibe'

Di dawiyê de ji Midura Polîtîkayên Jin a Şaredariya Surê Dîlek Acer jî daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê wek "bê ehlaqî" bi nav kir. Dîlek destnîşan kir ku bûyerên tecevûz û tacîz ên li Tirkiyê ji aliyê dozger û hakîman ve tê sergirtin û wiha pêde çû, "Aqilê dewletê ser çanda tecevûzê xwedî dibe. Dewlet vê yekê dike weqfa girêdayî wî jî bûyerê rewa dike. Ji me jinan re êdî ev rewş asayî nayê. Li hember vê zîhniyetê wek jin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê wek jinek divê mezinbûnek nîşan bide û ji karê xwe îstîfa bike."

(rc)