Jina ducanî li Rihayê hat kuştin
10:02
Adar
24
/ 2016
JINHA
RIHA - Li Rihayê jina 8 meh ducanî Fatma Karaciga li nava zeviyê kuştî hat dîtin.
Li gundê Şîrînkaya yê navçeya Sîweregê Fatma Karaciga ya 8 meh ducanî ku 3 sal berê bi bavê 6 zarokan Huseyin Karaciga re zewicîbû, di nava zeviyekê de kuştî hat dîtin. Fatma Karaciga di 8'ê Adarê de winda bû. Piştî xizmê wê agahî jê negirtin serî li polîsan dan. Şevê din 17 kilometre li dervê Sîweregê di nava zeviyên fistiqan de kuştî hat dîtin. Hat diyarkirin ku Fatma bi îşkenceyê hatiye kuştin.
Cenazeyê Fatma Karaciga rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.
(rc)