Ser Nisêbînê êrîş berdewam dike

10:22

JINHA

MÊRDÎN - Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbînê de bê navber berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan ji çar aliyan hawirdorê taxan bombebaran dikin.

Êrîşên bi ser taxên Nisêbîn a Mêrdînê di roja 11'an de berdewam dike. Tîmên ku nikarin têkevin taxan bê navber bi çekên giran taxan bombebaran dikin. Wesayitên zirxî ji Qada Newrozê bê navber taxa Firat û Abdulkadîrpaşa topbaran dikin. Di saetên serê sibehê li taxa Firatê teqînêk mezin pêk hat û piştî teqînê ambulans bi lez çûn ketina taxê û bi lez berê xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li ser êrîşên dewletê hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin êrîşan û nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan.

(kom/zt)