'Em bang li hemu kesê dikin ku piştevaniya kurda bikin'
11:15
JINHA
AMED - Akademîsyenên li Enqerê destnîşan avêtin binê helmeta aştiyê ji bo gelê ku ji şer bandor bûyin banga piştevaniya hemu gelan kiri bûn ku piştevanîyê bidin kurda. Hazal Başkoy a ku bangawaziya piştgiriya ji bo gelê kurd kiri bû û got ku bila hemu kes alîkarî bide Komaleya Rojava dayî destpêkirin û wiha berdewam kir: "Bila hemu kes piştevanî bide gelê kurd û Komeleya Rojava."
Akademisyenên ku destnîşan avetin binê helmeta aştiyê ji Enqerê hatin Amedê ji bo piştgiriya mirovên ku di êrîşê dewletê de malên wan hatin xira kirin. Merve Fidan ji Akademisyenên ku bangawaziya piştevaniya gelê kurd kirî diyar kir ku ew ji Enqerê wek Akademisyenek ji bo aştiyê li Amedêye û wiha lê zêde kir: "Me lêkolîna em çawa karin piştevaniya gelê kurd bikin da despêkirin. Em ê li Sumerparqê koliyeyên ji bo Cizîrê herin amede bikin. Em ji bo piştgiryê li virin. Em bang li hemu kesê dikin bila bibin parçeyek ji vê piştevaniyê. Heya ji destê me tê em ji Enqere, Stenbol û Amedê alîkarî û piştevaniyê dixwazin dibin gelê kurd."
Helmeta ku Komela Rojava dayî destpekirin
Hazal Başkoy diyar kir ku ew wek Akademîsyen ji bo piştevaniya Sur û Cizîrê hatine Amedê û wiha anî ziman : "Em wek Akademîsyenên ku destnîşe avêtin binê helmeta aştiyê îro em li Amedê nin. Ev du salin Komeleya Rojava ji bo malbatên ku ji şer bandor bûne bi helmetên alîkarî kom dike. Bi teybetî van her 4 heyvên ku şer dijwar bûyin xebatên alîkariyê hîn hêhtir berdewam dikin. Bi teybetî li embare alîkariya wek zexir, cil û wek hewinê tên. Ev malzeme li malbatên ku pêdiviya wan pêheye tên belav kirin. Em ji bo ku van alîkariyan belav bikin li Amedê ne. Bila hemu kes bibin perçeyek ji vê alîkariyê. Em di derdorek şer de dijîn ji ber ve jî embarê alîkariyê jî zedetir dibin. Ji ber şer gelek mirov maxdur bûne. Malbatên ku malên wan xira bûn û ê ku ji şer bandor bûyin zêdene. Ji ber vê em hemu kesî ji bo piştevaniya helmeta ku Komeleya Rojava daye destepekirin bangawaziya alîkariyê dikin."
(dt/zt)