YBŞ û YJŞ'ê 52 Şengalî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
12:59
Binevş Sarya/ Hewlêr Şahîn/ JINHA
ŞENGAL - Hêzên YBŞ û YJŞ'ê 52 Şengaliyên di destê DAIŞ'ê de rizgarkirin. Jinên ji destê çeteyan hatin rizgarkirin gotin: "Em bi saya hevalan rizgar bûn ku ne ji wan ba em bawarnakim me carekdin axa Êzîdxanê bidîtiba. Em wan spas dikin, em ti carî keda wan ji bîr nakin."
Di fermana 73'an a 3 yê tebaxa 2014 de gelek jin û keçên ciwan yên Şengalê ji yaliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin û di bazarande dihatin firotin. 2 çeteyên DAIŞ'ê di destê hêzên YBŞ û YJŞ'ê debûn. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê her 2 êsîrên çeteyan dan wan û li cihê wan 52 Şengaliyên di destê çeteyên DAIŞ'ê de girtin. Meclisa giştî û ya jinan Şengaliyên hatin rizgarkirin pêşwazî kirin. Malbatên welatiyên rizgarbûne hatin ew girtin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
15 jin, 2 keçên ciwan û 35 zarok bi giştî 52 kes hatin rizgar kirin. Jina bi navê Besma Hesen Hemo wiha qala pêvajoya êsîr di destê çeteyên DAIŞ'ê de kir: "Ez îro behsa rizgar kirina xwe û zarokan dikim, ez dizanim em bi keda hevalan gihiştine vir û em deyindarê hevalane. Ez 6 zarok û hevjinên xwe bûn, ev nêzî salekêye bavê zarokan ji me qût kirine, em nizanin birine ku derê ti agahiyê min jê nine. Niha ez û 6 zarokên xwe hatime. Ez carekdin spasiya hevalan dikim ku em rizgar kirin. Em hêvîdarin ên mayîn jî werin bigihin malbatên xwe."
Jina bi navê Necme Bapîr Xelef jî wiha axivî: "Despêkê em birin Til- Eferê paşê em birin Musilê Heyirxidirê. Li wir zilam ji me qût kirin. Em jin birin Rojava, ev nêzî salekê ye ti agatiya min ji hevjinên min nine. Ji xwe em kiribûn zindanek binerd de ne kes diço ne jî dihat. Ji xwe em bi saya hevalan rizgar bûn ku ne ji wan ba ez bawarnakim me carekdin axa Êzîdxanê bidîtiba. Em wan spas dikin, em ti carî keda wan ji bîr nakin."
Jina bi navê Sîham Selîm Mehmud jî got; "Em çend rojan li Şengalê hiştin, piştre em birin Til-Eferê, ji wê jî em birin gelek cihên din jî herî dawî em birin Rojava . Ew dema ku em di destê wan de bi rastî gelek zorbu. Ez niha çawan bînim ziman nizanim. Ez spasiya hevalan dikim ku ne ji wan ba belkî me carek din axa xwe ne dîtba. Bavê min, apêk min, jin apa min û kurekî wan ê 7 salî hîna di destê wan deye. Ez hêvîdarîm ku ew jî rojeke wek me rizgar bibin ew jî werin nav gelê xwe, nav malbatê, lê dîsa başe em gihiştin cihê xwe."
Jina bi navê Hedye Lalo jî weha axivî; "Em 3 rojan li Şengalê hiştin piştre em birin Til-Eferê û em li gelek cihan gerandin dîsa em birin Til-Eferê herî dawî em birin Roava. Ez bavê zarokan li cem hevbun, pişt re wî ji me veqetandin. Keçên ciwan jî li cem me ne dihiştin ji me digirtin. Dema em çon Rojava 3 zarokê min jî ji min girtin keçekî min 14 salye ya din ji 10 kurekî min jî 13 saliye. Ev 11 mihe ti agahiyên min ji wan nine. Ji xwe ev zaroka min li wir ji dayîkbu, heya niha min nav lê nekirbu. Çawan ez gihiştim axa Şengalê min navê wî kir Şengal. Ji bo hatina me çi kesê ked daye em wan spas dikin bi teybetî ez spasiya hevalan dikim. Ji xwe ne ji wan ba belkî em îro ne li virba. Ez gelek dilşadim ku niha li ser axa xwe me, kê bawer dikir ku em ji desê wan zaliman derkevin lê başe ku me ev roj jî dît."
Ji bo rigarkirina 52 Şengaliyan li ser navê Meclisa Jin Dayê Xoxê jî wiha axivî; "Ez di serî de xêr hatina we hemûyan dikim. Ji xwe em wek gelê êzdî di fermanek giran re derbasûn gelek mirovên me ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetil kirin. Gelek kes dîl ketin destê wan, gelek jin û keçên ciwan ji bo nekevin dest wan xwe kûştin. Ev fermana giran ku bi ser me de hat ji ber ku rêxistina me tûnebu, vane wisa êrîşî axa Êzîdxanê kirin. Dibe ku me gelek êş kişan dibe, lê niha hêza me ya xwe paristinê hatiye ava kirin. Êdî kes nikare nêzî vê axê bibe, ji ber em ne wek berê ne rêxistinên me hatine ava kirin. Ji xwe em îro gelek kêfxweşin ku ev insanên me gihiştine me bila kes ne bêje, min pere dane, kesî ti pere ne dane. 2 êsîrên DAIŞ'ê di destê YBŞ û YJŞ debûn, dane wan van însanên me girtin bi rastî bi hatina van mirovê me em gelek kêfxweşin. Înşalah wê rojek were yên mane jî werin rizgar kirin. Gelê me yê hêja ji xwe bi saya Rêber Apo berxwedan şehêdan û tekoşîna hevalan em niha li virin û jiyan dikin. Pêwîste em vê yekê baş bizanibin. Em li vê tekoşînê xwedî derkevin. Em hêvîdarin ku ewên mane jî werin rizgar kirin. Carek din ez xêr hatina we hemûyan dikim."
Welatiyên hatibûn rizgar kirin ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin.
(zt)