Şanoya Kybele têkoşîna jinan a 5 hezar sal vedibêje

14:13

Ceren Karlıdag/ JINHA

STENBOL - Şanoya bi navê 'Jinên Kybele' têkoşîna 5 hezar sal, dîrokan jinan ronî dike û bangawaziya têkoşîna azadiya jinan bilindtir dike.

Şanoya ku ji aliyê Atolya Devinim ve hatî amekarin behsa listika 'Jinên Kybele' û belgeya poşmaniyê ku li greva Trikeri Hypatia destnîşan ne avetî binê wê û wek Leyal Qasim a ku di dezgehên îskencê yên Sadam Huseyîn re derbas bûye, dîsan jî ser daye lê sir nedaye têkoşîna jinan a hezaran salan vedibeje. Listik 1'ê Adarê di kesayeta Ozgecan Aslan de ji bo hemû jinên hatîn qetilkirin hat pêşandan.

Pinar a ku di listikê de cih girtî diyar kir ku wê hemu jin xwe di vê listikê de bînin. Me jinan li hember sistema hişmendiya mêran di têkoşînê de serfîrastiyên ku qazanç kirin, hêviyên xwe, evîn, keyf û xemgîniyên xwe jiyan dikir lîstikek amade kir û wiha berewam kir: "Jinên ku werin listikê temaşe bikin wê di listikê de aliyek xwe bibî nin. Gava ez listikê di xebitim ez dibûm şahîdê têkoşîna jinan û gava em bifikirin tu cudabûn ne ketiye çaxê ku Hypatia hatî qatil kirin heya niha tiştek ne hatiye guhertin."

Pinar diyar kir ku di listike de 6 jin cih digrin û wiha pêde çu: "Di pêvajoyê de ji xwe jin li qadan in û naxwazin êdî di xaniyan de bîmin in. Li gelek deverên Kurdistanê jin di rêza pêşî de cih digirin. Jin hertim di têkoşînê de cihê xwe bi wate ava dike."

'Divê jin bi hunerê were gotin'

Pinar destnîşan kir ku ew dixwzin jinên di dîrokê de têkoşîn kirin vebêjin û wiha gotinên xwe dawî kir: "Leyla Qasim serî li hember îşkenceyan netewand, Hybetia jî heya dawî got; 'Olê min felsefeye' li hember êrîşa tawîz neda, em jivan jinan hêz digirin. Me di dema borî de li berxweda û em ê ji vir pêde jî bi têkoşînê li ber xwe bidin. Em jin rê nîşanî dîrokê didin. Li Kobanê DAIŞ herî zêde ji jinan ditirse, niha jî sistem ji jinan ditirse. Ji ber vê jî divê em jinan bi hunerê vebêjin."

(dt/zt)