Li Goristana Şehîd Dîcle dar hatin çandin

14:25

JINHA

KOBANÊ - Ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan ve li Goristana Şehîd Dîcle bi sedan dar hatin çandin.

Li Kantona Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle, ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan ve bi dehan dar hatin çandin. Di çandina daran de gelek kes amade bûn, Saziya Malbatên Şehîdan, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, endamên Saziyên Civaka Sivîl, şervanên YPJ-YPG'ê û HPC'ê jî amede bûn.

Di derbarê xebatê dar çandinê de Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Kelîma Dûmer agahî da û diyar kir ku ew biryar standine ku li ber her gorek dar biçînin û wiha domkir, "Şehîdên ku ji bo parastina welat û gelê xwe li hember DAÎŞ'ê ku çeteyên herî hov di dinyayê de hatine naskirin, şerekî dijwar dan meşandin û gihîştin asta şehadetê qet ji bîra me naçin. Em çiqas kar û xebatê jî bikin her em ê deyîndarê wan bin. Îro em jî dixwazin gorên wan bi rengê biharê bixemilînin, ji ber wê em daran diçînin."

Kelîma Dûmer di dawiya axaftina xwe de got: "Di roja 4'ê Nîsanê de jî Rojbûna Rêber Apo ye, di wê rojê de em ê baxçeyekî pêşberî goristana şehîd Dîcle çêbikin û her cure daran li wir biçînin."

Paşê bi pêşengtiya dayîkan li ser her gorekê darek hate çandin. Xizmên kesên jiyana xwe di berxwedanê de ji dest dayî li ser gorên xwe hatin bîranîn û dua hatin xwendin.

(ze/hs/rc)