Saziya Malbata Şehîdan hefteya lehengiyê bi bîranîn

15:59

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Bi boneya hefteya lehengiyê ku ji 21'ê Adarê heya 28'ê Adarê digire nava xwe, Saziya Malbatên Şehîdan yên bajarên Serêkaniyê, Tiltemir û bajarokê Zirganê li gundê Îtêşan a ser bi Dirbêsiyê civînek li dar xistin.

Civîna li salona Dilovan pêkhat. Salon bi posterên kesên jiyana xwe ji dest dane wekî Rûstem Cûdî û Xebat Dêrik, Mehsûn Korkmaz, herwiha posterên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan hate xemilandin.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin despêkir û hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan ya Ewrûpayê Şengê Qehreman axivî û di serîde bal kişand li ser berxwedaniya Rojavayê Kurdistanê û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Şengê wiha axaftina xwe domand: "Bi saya berxwedaniya şehîdên me îro em dikarin li xwe xwedî derkevin û me sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îlan kir. Ev pêşketin bi saya berxwedaniya lehengê wekî Mehsûm Korkmaz û Mezlûm Doxan hate avakirin. Îro hemû dayikên şahîdan hatine gel hev, hêzê ji hev digrin. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye dayik cihêke mezin di berxwedaniyê de digire."

Di dawiya civînê de sînevîzyonek hate temaşekirin û dûvre Koma Zîlan stranên xwe pêşkêş kirin. Civîn bi dirûşmeya 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Berxwedana YPG-YPJ' herwiha 'Bijî Rêber Apo' bidawî bû.

(şe/lç/rc)