Ji Rindêxanan heya YPS-JIN çîroka berxwedana jinê

09:08

Hulya Okalîn/JINHA

COLEMÊRG - Endama YPS-JIN ya Geverê Warjîn Geverî a ku li dijî dorpêç û dagirkeriya dewleta tirk li pîşt barîqatan taxên xwe diparêze, berxwedana jinê ya li hemberî dewletê nirxand. Warjîn got ku di sedsala 20’an de jina kurd Rindêxan li hemberî dagirkeran şer kiriye û niha jî şopdarên wê di sedsala 21’an de ala berxwedana wê hilgirtine.

Navçeya Geverê ya Colemergê ku bi sedsalan e ji serhildan û berxwedanan re malvaniyê kiriye navê xwe di dîrokê de wek “Kelha berxwedanê” nîvisiye. Niha jî Gever di sedsala 21’an de govaniya berxwedana rêveberiya xweser a ku di pêşengiya jinan tê meşandin, dike. Li seranserî bakûrê Kurdistanê jinên kurd li hemberî hişmendiya zayendperestî û desthîlatdariya dewletê têdikoşin û li pişt barîqat û xendekan bi şerek mezin li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Endama YPS-JIN ya Geverê Warjîn Geverî a ku li dijî dorpêç û dagirkeriya dewleta tirk li pîşt barîqatan taxên xwe diparêze, berxwedana jinê ya li hemberî dewletê nirxand.

‘Êdî bi daxwaza aştiyê, aştî û azadî nabe’

Warjîn di axaftina xwe de destnîşar kir ku dewletê bi tu awayî çare ji jinê re nehişiye lewar îro jin di çepên şer de cihên xwe digirtine û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin ev tişt got: “Jin her tim wek kevokên ango sembola aştiyê tê ditin. Eger îro sembola aştiyê di çeperên şer de cihên xwe girtibîn sedema vê gelek giring û bi wateye. Ev tê vê wateyê ku êdî bi daxwaza aştî û azadî nabe. Jin vê baş dît û cihê xwe di nav berxwedanê de girt.”

‘Di qadên berxwedanê de Rindêxan minak e’

Berxwedana jinên Geverê ku li hemberî dagirkeriyê taxên xwe diparêzin û şer dikin, berxwedana jina kurd Rindêxanê a ku di sala 1926’an de li navçeya Sasona Êlihê ji bo parastina axa xwe di çeperên şer de li hemberî leşkerên dewletê tirk şer kiriye, tîne bîra mirovan. Warjîn ku berxwedana Rindêxanê ji bo xwe mînak dibîne û li ber xwe dide, dibêje ku çawa Rindêxan ji bo welatê li bi jinîtiya xwe li dijî dewletekî şer kir û îro jî ew ji bo azadiya welatê xwe şer dikin û li ber xwe didin. Wanjîn got ku di qada berxwedanê de Rindêxan minaka herî mezin e.

‘Em bi çîroka Rindêxanê mezin bû ne’

Warjîn wiha qala berxwedana Rindêxan û ya jinên berxwedêr dike: “Em bi çîroka berxwedan û xweşikbûna Rindêxanê mezin bûne. Çawa ku dibêjin Rindêxanê jinek gelek xweşîk û bedew bû ye. Çend ew qas jî werêk û şervaneke baş bûye. Di sedsala 20’an de dewlet wek roja me ya îro warê kurdan talan dike û komkujiyan pêk tîne. Gelê kurd ji bo erka xwe ji dewletê biparêze şer dike. Rindêxan jî ligel şervanan di çeparên şer de cihê xwe digire û bi werektî şer dike. Niha em jî taxên xwe li hemberî hêzên dewletê diparêzin.”

Warjîn got ku hişmendiya dewletê ya li ser gelê kurd ji sedsala 20’an heya niha bi tu awayî nehatiyê guhertin û heman tişt dide meşandin. Warjîn anî ziman ku tişta ku hatiyê guhertin ew e ku niha li hemberî hişmendiya dewletê jin jî şer dikin.

(rc)